​​​​​​​Ciwan li dijî tecrîdê û durûtiya CPT`yê daketin qadan

Bi sedan ciwan li dijî tecrîda li rêber Abdullah Ocalan daketin qadan û bang li azadîxwazan kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan seferberiya giştî ragihînin û têkoşînê mezin bikin. Her wiha bang li CPT`yê kirin ku berpirsyariya xwe bîne cih.

​​​​​​​Ciwan li dijî tecrîdê û durûtiya CPT`yê daketin qadan
​​​​​​​Ciwan li dijî tecrîdê û durûtiya CPT`yê daketin qadan
​​​​​​​Ciwan li dijî tecrîdê û durûtiya CPT`yê daketin qadan
​​​​​​​Ciwan li dijî tecrîdê û durûtiya CPT`yê daketin qadan
​​​​​​​Ciwan li dijî tecrîdê û durûtiya CPT`yê daketin qadan
6 kanûn, 2022   12:52
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Qamişlo xwepêşandanek li dar xist. Ciwanan di meşê de bang li CPT`yê kir ku erkên xwe li hember rêber Abdullah Ocalan bîne cih.

Bi sedan ciwan, pêkhateyên bajêr, nûnerên partiyan û gaziyên şer tev li xwepêşandanê bûn.

Meş ji Çerxerêya El Sewami ya li taxa Enteriye ya rojhilatê Qamişlo dest pê kir. Beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên PKK’ê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê rakirin.

Meş li çerxerêya Efrîn a li rojhilatê bajêr rawestiya û veguherî çalakiyeke protestoyî. Di çalakiyê de endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Şîrhat Ehmed axivî û tecrîda li ser rêber Ebdullah Ocalan û helwesta CPT`iyê şermezar kir û bi derewîn wesifand.”

Ehmed wiha domand: “Gelek meh derbas bûn û em tiştekî li ser tenduristiya rêberê xwe nizanin. Hemwextî wê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê zêde bûn. Ev îsbat dike ku tecrîd bi êrişan ve girêdayî ye û di çarçoveya siyasetên qirker ên li dijî gelan de pêk tên.”

Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji tecrîdê armanc dike rêber Abdullah Ocalan ji gel dûr bixe lê diyar kir ku her çiqas dewleta Tirk a dagirker hewl bide lê bi ser nakeve û got: “Em dev ji fikrê wî bernadin. Heta bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, dê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Paşê endama Yekitiya Jinên Ciwan Ronahî Hisên axivî û got: “Dewleta Tirk difikire ku şer dê me ji têkoşîna ji bo rêbertiyê dûr bixe û em ê çalakiyên xwe rawestînin. Lê bila bizane ku dê dengê me li her derê be.”

Ronahî soza berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan da û wiha domand: “Bila dijmin bizane ku gel PKK`ê ye û PKK`ê gel e û dê çalakiyên me her roj li her derê hebin.”

Di dawiyê de Ronahî bang li azadîxwazan û gelan kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan seferberiya giştî ragihînin.

(şx)

ANHA