​​​​​​​Li Minbicê civîn bi gel re hatin çêkirin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê bi şêniyan re civiya. Di civînan de geşedanên siyasî yên dawîn nexasim êrişên dewleta Tirk a dagirker û gefên wê hatin nîqaşkirin.

​​​​​​​Li Minbicê civîn bi gel re hatin çêkirin
5 kanûn, 2022   15:47
MINBIC

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê tevî Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn civînên cuda li bajarê Minbicê û gundewarê wê li dar xistin. Endamên xet, meclis û saziyên sivîl û şênî beşdarî civînan bûn.

Di civîna li Hola Çand û Hunerê ya bajêr hatiye lidarxistin de, şêniyên xeta rojhilatê bajêr beşdar bûn.

/ar/uploads/files/2022/12/05/140021_mhmd-brkl.webp

Cîgirê hevseroketiya Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed Berkel behsa geşedanên siyasî yên dawîn û êrişên dewleta Tirk a dagirker, sedemên wan, rewşa awarte, rêbazên têkbirina êrişan li gor şerê gel ê şoreşgerî û amadekariya hêzên leşkerî yên herêmê li hember êrişan kir.

Berkel got: “Me Minbic û deverên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ji hikûmeta Şamê, ji mezintirîn rêxistina terorîst 'DAIŞ' rizgar kirin. Îro dewleta Tirk a dagirker hewl dide projeya neteweya demokratîk a li gor fikrê Rêber Ocalan têk bibe, ji ber ku ev projeya herî serkeftî li herêmê ye û ne li gor berjewendiyên dewletên hegemonîk e.”

Berkel destnîşan kir ku haya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji planên dijî herêmê heye, ji lew re divê hêza xwe bikin yek, têkoşînê bilind bikin û li kêlek Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bin.

Piştre beşdarên civînê nêrînên xwe parve kirin û destnîşan kirin ku ew amade ne li gorî şerê gel ê şoreşgerî têbikoşin û bi QSD’ê re li hember êrişên dijî herêmê şer bikin.

Tê payîn ku civînên bi vî rengî 7 rojan bidomin da ku hemû pêkhateyên herêmê li ser geşedanên dawîn bên agahdarkirin.

(mh)

ANHA