Li Dêrikê û Qamişlo çalakiyên piştevaniya helwesta Rêber Ocalan a dijî CPT`ê

Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrikê û Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Qamişlo piştevaniya xwe ji bo helwesta Rêber Ocalan a redkirina hevdîtina bi CPT`ê re nîşan da û diyar kirin ku ew ê li gorî fikrên Rêber Ocalan xwe bi rêxistin bikin.

Li Dêrikê û Qamişlo çalakiyên piştevaniya helwesta Rêber Ocalan a dijî CPT`ê
Li Dêrikê û Qamişlo çalakiyên piştevaniya helwesta Rêber Ocalan a dijî CPT`ê
Li Dêrikê û Qamişlo çalakiyên piştevaniya helwesta Rêber Ocalan a dijî CPT`ê
Li Dêrikê û Qamişlo çalakiyên piştevaniya helwesta Rêber Ocalan a dijî CPT`ê
Li Dêrikê û Qamişlo çalakiyên piştevaniya helwesta Rêber Ocalan a dijî CPT`ê
Li Dêrikê û Qamişlo çalakiyên piştevaniya helwesta Rêber Ocalan a dijî CPT`ê
Li Dêrikê û Qamişlo çalakiyên piştevaniya helwesta Rêber Ocalan a dijî CPT`ê
Li Dêrikê û Qamişlo çalakiyên piştevaniya helwesta Rêber Ocalan a dijî CPT`ê
5 kanûn, 2022   15:25
 QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişlo meşek li dar xist. Bi dehan endamên yekitiyê ji pêşiya navenda Dicle ya Çand û Hunerê dest bi meşê kir û di kolanên sereke re geriyan.

Di meşê de bênavber dirûşmeyên wekî “bijî berxwedana rêbertî” hatin berzkirin û wêneyên Rêber Ocalan hatin rakirin.

Li sûka navendî meş veguherî mitîngê û endama yekitiyê Medîna Hesen axivî. Medîne tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kir û diyar kir ku şidandina tecrîdê ji aliyê dewleta Tirk ve ji ber metirsiya belavbûna fikrên Rêber Ocalan.

Medîna got ku ew ê li gorî fikrên Rêber Ocalan û rêgezên neteweya demokratîk û azadiya jinan xwe bi rêxistin bikin.

her wiha piştevanî ji bo helwesta Rêber Ocalan a redkirina hevdîtina bi Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re nîşan da û got ku CPT`ê di doza rêbertî de bi rola xwe ranebûye.

Mitîng bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rêber Ocalan” bi dawî bû.

QAMIŞLO

Bi heman armancê, Tevgera Xwendekarên Demokratîk li qada Fekulteya Zanistên Perwerdeyê ya girêdayî Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo çalakiyek li dar xist.

Di çalakiya ku bi dehan xwendekar tevlê bûne de, wêneyên Rêber Ocalan, alên Tevgera Xwendekarên Demokratîk hatin bilindkirin. Çalakvanan pirtûkên Rêber Ocalan jî rakirin.

Çalakî bi dirûşmeyên wekî “bijî berxwedana Rêber Ocalan”, “Bê serok jiyan nabe”, “Em tev bi Rêber Ocalan re ne” û “Azadî ji bo Rêber Ocalan” bi dawî bû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FL0lb_kdOLY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>