QSDʹê bîlançoya roja 15ʹemîn a êrişan eşkere kir

QSDʹê bîlançoya 4ʹê Kanûnê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker eşkere kir. QSDʹê diyar kir ku 51 gund hatin topbarankirin û hewldana êrişekê hatiye têkbirin.

QSDʹê bîlançoya roja 15ʹemîn a êrişan eşkere kir
5 kanûn, 2022   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya 4ʹê Kanûnê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Di roja 15’emîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, zêdetirî 51 gund, mezra û navendên bajarokan rastî topbarana obus û tankan hatin û şervanên me hewldaneke êrişa bejahî ya artêşa dagirker û çeteyên wê têk bir.

Encamên êrişên dagirkeriyê yên saetên dawîn ên roja 3ʹyê Kanûnê, her wiha encamên roja 4ʹê Kanûnê ev in:

3ʹyê Kanûnê;

HERÊMA FIRATÊ

Kobanê

Gundên Koran, Ziyaret û Cîşan 5 caran bi obusan hatin topbarankirin.

Girê Spî

Gundên Sileybî, Şorbenîsk, Qizelî û Seyda bi obus û hewanan hatin topbarankirin.

Tirwaziye

Bejahiyên bajarokên Tirwaziye û El Kenterî 14 caran bi obusan hatin topbarankirin.

4ʹê Kanûnê;

HERÊMA EFRÎNÊ

Gundên Hirbil, Samuqa, Şêx Îsa, Aqibê, Bênê, Meyasê, Malikiye, Şewarxa, Îrşadiye, Soxanekê û Bendava Şehba 23 caran bi obusan, 25 caran bi hewanan û 4 caran jî bi tankan hatin topbarankirin.

HERÊMA CIZÎRÊ

Til Temir

Gundên Um El Kêf, Gozeliyê, Til Şenan, Til Cuma, Dirdara, Tewîla û Til Leben 33 caran bi obusan hatin topbarankirin, her wiha bi doçkayan hatin gulebarankirin.

Çeteyên dagirker hewldan ku ji milê depoya genim a li Um El Kêf êriş bikin. Ev hewldana wan hat têkbirin.

Zirgan

Gundên Esediye, Dada Ebdal, Bobî, Mihermila, Til El Werd, Rabîat û bajaroka Zirganê 30 caran bi obusan hatin topbarankirin, her wiha bi doçkayan hatin gulebarankirin.

Li hember van êrişan hêzên me di heman wextê de bersiv dan.

HERÊMA FIRATÊ

Kobanê

Gundên Zormixar û Ziyaretê 3 caran bi hewanan, carekê jî bi obusan hatin topbarankirin.

Girê Spî

Gundên Hoşan, Til Xan û Seyda bi obus û hewanan hatin topbarankirin, her wiha bi doçkayan hatin gulebarankirin.

Eyn Îsa

Gundê Siwêdiya 2 caran bi obusan hat topbarankirin.

Minbic

Gundên Ereb Hesen, Korheyuk, El Cat, Qeb El Binya, Hoşeriye, Qirt Wêran û Kawiklî 10 caran bi hewanan, 4 caran jî bi obusan hatin topbarankirin.

Tirwaziye

Bejahiya bajarokê Um El Beramîl bi obusan hat topbarankirin û bi doçkayan hate gulebarankirin."

(bb)