​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî teqîna li Qamişloyê daxuyanî da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî teqîna erebeyekê ya li Qamişloyê daxuyand ku şaneyeke terorîst mayinek di erebeya karmendên saziya perwerdeyê de bi cih kiribû û di encamê de ajokarê erebeyê birîndar bûye.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî teqîna li Qamişloyê daxuyanî da
5 kanûn, 2022   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniyê de ku li ser malpera Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate weşandin, ev agahî hatin parvekirin:

"Îro (5ʹê Kanûnê) saet di 08:00ʹan de bi mayinekê erebeyek hat hedefgirtin. Şaneyeke terorîst mayinek di erebeya veguhastina mamoste û karmenên saziya perwerdeyê de bi cih kiribû.

Di encama teqînê de ziyanên madî çêbûn û ajokarê erebeyê birîndar bû. Ajokar tavilê rakirin nexweşxaneyê da ku were dermankirin.

Hêzên me demildest dest bi lêpirsînkirina vê kiryara terorîst kir da ku sucdaran sewqî edaletê bike.

Dewleta Tirk a dagirker bi têkbirina ewlehî û îstiqrara welatiyan, koçberkirina wan û hedefkirina saziyên xizmetguzariyê û yên sivîl sînordar nema û şaneyên terorîst belav dike da ku sûcan li dijî gelê me pêk bîne."

(bb)