​​​​​​​Kombûna Jinan a Zenûbiya: Em ê li hemberî êrişên dagirkeriyê li ber xwe bidin

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê destnîşan kir ku amade ne li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bisekine û got “Em nahêlin tu dewlet destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, tune bike.”

​​​​​​​Kombûna Jinan a Zenûbiya: Em ê li hemberî êrişên dagirkeriyê li ber xwe bidin
5 kanûn, 2022   09:53
MINBIC

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê daxuyanî da. Endama rêveber a kombûnê Rûweyda Hinêzel bi beşdariya endamên Meclisa Jinan a Leşkerî ya Minbicê, nûnerên partiyan û Komîteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armancên mêtinger ên êrişên li dijî herêmê hene ku dixwazin vîna gelên herêmê têk bibin, projeya demokratîk tune bikin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî ku herêmê bi destê ciwanên wê hate rizgarkirin û DAIŞ tune kir, dewleta Tirk dixwaze axa ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirina dagir bike û destkeftiyên wan têk bibe.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em nahêlin tu dewlet van destkeftiyan tune bike û ewlehiya herêmê têk bibe. Em ê li rex hêzên xwe yên leşkerî bibin mertal, destekê bidin wan. Ji ber ku ev erkeke nîştimanî ye ku divê em hemû bînin cih. Hêzên me ji bo me cihê serfiraziyê ne û em dev ji berxwedanê bernadin.”

(şx)

ANHA