Nivîsgeha Ewqafê ya Girê Spî hedefgirtina perestgehan şermezar kir

Nivîsgeha Ewqafê ya Meclisa Girê Spî ya dagirkirî, êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî ‎perestgehan şermezar kir û got ev li dijî rêgezên olan e.‎

Nivîsgeha Ewqafê ya Girê Spî hedefgirtina perestgehan şermezar kir
4 kanûn, 2022   07:00
EYN ÎSA

Endamê rêvber ê Nivîsgeha Ewqafê ya Girê Spî û melayê mizgefta Mezin a Eyn Îsayê Mihemed Xêr El ‎Ehmed, hedefgirtina mizgefta gundê El Tirwaziyê yê Silokê şermezar kir.

‎

Mihemed Xêr El Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk di êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de mirov ‎û keviran, navendên xizmetê yên mîna av û kehrebeyê dike hedef û bûn sedema zirarên jiyanî.‎

Şêx Mihemed Xêr destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze bi rêya hedefgirtina perestgehan ku ji bo muslimanan û şêniyên herêmê cihên pîroz in, tevliheviyê belav bike.

Şêx Mihemed Xêr wiha anî ziman: “Êrişên dewleta Tirk di tevahî olan de nayên qebûlkirin. Her wiha ‎dewleta Tirk hewl dide ku xwe weke parêzvanê îslam û muslimanan nîşan bide. Lê gelo wê armancên xwe ji hedefgirtina mizgaftên gundên Tirwaziyê, Fatse û Seyda yên kantonê pêk anîn lê na?”

Dewleta Tirk a dagirker pêncşema borî mizgefta Ebû Bekir El Sedîq a gundê El Tirwaziyê topbaran kir. Her wiha di 9'ê Cotmehê de mizgefta El Rehman a gundê Fatse û di 9'ê ‎Cotmeha 2019'an de mizgefta gundê Seyda topbaran kir.

‎

Şêx Mihemed di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku di tevahî ol, qanûn, adet û heta şeran ‎de  hedefgirtina perestgehan nayê qebûlkirin, ji ber ku pîroz, ji ber wê divê sûcên dagirker bêne şermezarkirin.

‏ (‏dm‏)‏

ANHA ‎