Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember dewleta Tirk hevgirtî ne

Şêx û rûspiyên eşîran û welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û got ew ê bi hêzên xwe yên leşkerî re li ber xwe bidin û parastina xaka xwe bikin.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember dewleta Tirk hevgirtî ne
4 kanûn, 2022   06:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker ji şeva 19-20′ê Mijdarê ve êrişên hovane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi balafirên şer û bêmirov pêk tîne, di encamê de komkujî li dijî şêniyan pêk anîn, binesazî, avahiyên stratejîk û xizmetguzarî wêran kirin.

HELEB

Girêdayî mijarê, welatiyê bi navê Cemal Cimo yê ji pêkhateya Ereb wiha got: "Armanc ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkhateyên herêmê ji hev bikin. Lê em bi tundî van êrişên li dijî herêm û xaka me red dikin."

Cimo wiha domand: "Teqîna Taksîmê ya Stenbolê çêkirî bû, da ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin."

Welatiyê xiristiyan ê ku li rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê bi cih bûye Corg Elyon got: "Divê aliyên pêwendîdar sînorekî ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re deynin."

Elyon wiha li gotina xwe zêde kir: "Ev xak a me ye, em bi aştî û ewle tê de dijîn, lê bi destwerdana dewleta Tirk re rewşa tevlihev bû."

Li aliyekî din jî Ebdulkerîm Qehewatî ku ew jî xiristiyan e ev tişt got: "Em serî ji dewleta Tirk a dagirker re ku hewl dide me ji xaka me koçber bike, danaynin."

Qehewatî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û wiha pê de çû: "Em bi hêvî ne li tevahî herêmê û cîhanê aştî misoger bibe."

Ehmed Elî yê ji pêkhateya Ereb jî ev tişt anî ziman: "Em li dijî êrişên li ser herêmên me ne. Êriş niyetên dewleta Tirk a dagirekr ên pêkanîna alozî, parçekirina pêkhateyan nîşan dide. Ji em bi hev re bi ewle dijînin û dewleta Tirk jî dijminê aştiyê ye."

Elî got ew ê li hember êrişên dagirkeriyê li ber xwe bidin û ev yek got: "Em heta dawî li ber xwe bidin û li dijî êrişan bi hev re tê bikoşin."

ŞEHBA

Girêdayî heman mijarê, rûspiyê eşîra El Niêmî Mihemed Cuma El Xişyan li herêma Efrînê ji ajansa ANHA′yê re wiha got: "Tu cudahî di navbera Kurd û Ereb de tune ye, em yek in û bi hev re li ser pransîba biratiya gelan dijîn."

El Xişyan ev li gotina xwe zêde kir: "Em ê parastina xak û welatê xwe bi vîn û hêza xwe bikin û li hember gef û êrişên dewleta Tirk bisekinin. Divê gel bi xaka xwe ve girêdayî be."

Her wiha rûspiyê eşîra El Bobene li herêma Efrînê Menan Mihemed ev yek got: "Em rûspiyên eşîrên li herêma Efrînê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, bi xak û hêzên xwe(QSD) ve girêdayî ne û serkeftina para me ye."

Mıhemed diyar kir ku eşîrên El Bobene bi moralên bilind û hevgirtinekê li hember hemû planên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin û ji dijminahiya wê natirsin."

DÊRAZOR

Berdevkê Meclisa Eşîrên El Bokemalê Selah El Selman jî li ser mijarê wiha got: "Li gorî pêdiviya qonaxê ji weşatiyên herêmê tê xwestin ku bi cidî li hember terora dewleta Tirk bisekinin."

El Selman ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk bi qetilkirina welatiyan li bajarên wan ên ewle nekir, lê belê hewl dide yên li ser xaka xwe jî mane bide koçberkirin. Wê yek bi rêya hedefgirtina avahiyên enerjiyê û navendên xizmetguzariyê pêk tîne."

El Selman wiha pê de çû: "Dewleta Tirk a dagirker hewl didin krîzên hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna yên li Tirkiyê dibin, pêk bîne. Da ku Rêveberiya Xweser asteng bike."

El Selman da zanîn ku divê gel bi rêgezên neteweya demokratîk ve girêdayî bin, têgehên wê pêk bînin, pransîba şerê gel ê şoreşgerî bi cih bînin da ku li hember xeteriya dewleta Tirk bisekinin.

El Selman di dawiyê de ev tişt got: "Divê berxwedana gel dewam bike û dê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dagirkeriyê hevgirtî bin û dê vebijêrka me jî berxwedan be."

Welatiyê bi navê Xalid El Bedêwî yê ji rojhilatê Dêrazorê ev tişt got: "Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtî ne û êrişên dewleta Tirk hem şermezar hem jî red dikin. Şênî nakevin bin bandora xwestekên dewleta Tirk a dagirker."

El Bedêwî diyar kir ku çawa dewletek dibêje şerê terorê dike û nuqteyên parastina kampa Holê ku tê de bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ′ê hene hedef digire? Lê ev yek nîşan dide ku bi xwe destekê dide terorê.

El Bedêwî da zanîn ku ew bi Rêveberiya Xweser re li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker in û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em ji Erdoganê faşîst re dibêjin tu çiqas hewl bidî yekitiya gelan û neteweya demokratîk ên li ser vê xakê bişikîne, tu nikarî."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/c3UkoWJ1AFg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Q2r2TxzILYY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>