Zeyneb Mûrad û Ahmet Karamûs careke din bûn hevserokên KNKʹê

Duh di Kongreya 21’emîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de, di encama hilbijartinan de carek din Zeyneb Mûrad û Ahmet Karamûs bûn hevserokên KNK’ê.

Zeyneb Mûrad û Ahmet Karamûs careke din bûn hevserokên KNKʹê
4 kanûn, 2022   06:52
NAVENDA NÛÇEYAN

350 delegeyên ku ji 52 partiyên siyasî, sazî û 20 nûnerên partiyên çavdêrvan pêk dihat, li kongreyê amade bûn. Di kongreyê de bi awayek zêde nîqaş, pêşniyar û rexne hatin kirin.

Di serî de hilgirtina xebatên KNK’ê li Kurdistanê, gelek biryar hatin girtin û ji bo hilbijartina Hevserokatiya KNK’ê hilbijartin hatin kirin. 350 delege li hilbijartinê amade bûn. Zeyneb Mûrad û Ahmet Karamûs hemû dengên delegeyan standin û ji bo dema duyem jî, ji hevserokatiya KNK’ê re hatin hilbijartin.

Ahmet Karamûs piştî hilbijartinê axivî û xîtabî delegeyan kir. Karamûs soza xebatkirinê dubare kir û wiha domand: “Em ê bi îradeya xwe, van xebatan bimeşînin. Wê hewldana me ya herî mezin, wê kombûna li dor yekîtiya neteweyî û parastina stratejiyek a ku Kurdistanê diparêze, be.”

Hevseroka din Zeyneb Mûrad jî axivî û wiha got: “Barek giran ket ser milê me, ez di vê zanebûnê de me. Em di wê baweriyê de ne ku em ê vê rewş û pêvajoya zor, derbas bikin.”

Kongreya 21’emîn a kongreya KNK’ê wê sibe piştî hilbijartina endamên konseyê û planên pêvajoya nû, bi dawî bibe.