ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-12-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-12-2022`YAN
3 kanûn, 2022   23:00

Şêniyên kantona Kobanê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li bajêr xwepêşandanê li dar dixin saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Minbicê, bi boneya Roja Astengdaran (Xwedî pêdiviyên taybet) a Cîhanê pêşangehekê bi dirûşma “Yên xwedî biryardarî hûn ne bi tenê ne em bi we re ne” li dar dikeve saet di 12:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Ciwanên Helebê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan ew ê têkoşînê bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatiyan diyar kir ku gerîla ji bo gelê Kurdistanê sembola berxwedanê ne û got "Li hember sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker vebijêrka me ya yekane hevgirtin e." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêx û rûspiyên eşîran û welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û got ew ê bi hêzên xwe yên leşkerî re li ber xwe bidin û parastina xaka xwe bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Serokê Partiya Nûjen û Demokrasiyê a Sûriyê Fîras Qesas destnîşan kir ku armanca êrişên dewleta Tirk ew e ku projeya yekane ya serkeftî li Sûriyê anku Rêveberiya Xweser a Demokratîk têk bibe. Her wiha destnîşan kir ku timayên dagirkeriya Tirk di axa Sûriyê de bê sînor in û anî ziman ku têkbirina vê projeyê, armanceke hevbeş a hikumeta Şamê û dewleta Tirk e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Ewqafê ya Meclisa Girê Spî ya dagirkirî, êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî ‎mizgeftê şermezar kir û got ev li dijî rêgezên olan e.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Parlamenterê Katalonyayê Ruben Wagensberg ku tevî şandeya welatê xwe hatibû herêmê, diyar kir ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de ew û gelê herêmê hevalbend in û got “Ji lew re piştgirîdayîna gelê herêmê erka me ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Çeteyên DAIŞʹê ragihand ku şêfê wan Ebû El Hesen El Haşimî El Qureşî hat kuştin. Pispor diyar dikin di nava DAIŞʹê de pirsgirêk hene. Beriya hilbijartinan hikumeta Tirk zextên xwe li ser çapemenî û muxalefetê zêde kirine, ev yek ji bo rojnamevan û çalakvanan bûye cihê fikran. (BI WÊNE)

ANHA