Şandeyeke Katalonyayê serdana Kombenda Efrînê ya li Qamişlo kir

Şandeyeke Parlamentoya Katalonyayê serdana Kombenda Efrînê ya li bajarê Qamişlo kir. Şandeyê

Şandeyeke Katalonyayê serdana Kombenda Efrînê ya li Qamişlo kir
3 kanûn, 2022   18:27
QAMIŞLO

Şandeyeke Parlamentoya Katalonyayê bi serokatiya parlamenter Ruben Wagensberg, serdana Kombenda Efrînê ya li bajarê Qamişlo kir. Di hevdîtinê de şandeyê hezkirina xwe ji bo gelê Efrînê anîn ziman û got: “Em dê hewl bidin ku kiryar û zilma dewleta Tirk a li ser gelê Efrînê dane meşandin ji gelê xwe re bêjin.”

Şande ji aliyê meclisa Kombenda Efrînê ya bajarê Qamişlo ve hate pêşwazîkirin.

/kr/uploads/files/2022/12/03/183153_img_8833.webp

Di hevdîtinê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê û kiryarên dewleta Tirk a dagirker ku niha li ser şêniyên Efrînê tên meşandin û bêdengiya dewletên navnetewî hatin nîqaş kirin.

/kr/uploads/files/2022/12/03/183039_brahm-heftar.webp

Li ser navê meclisê Îbrahîm Heftaro qala kiryarên dewleta Tirk a dagirker kir û got: “Çiqas dewleta Tirk kiryarên dij mirovahiyê li ser bajarê me Efrînê û xaka welatê me pêk bîne, em dê tu carî dev ji girêdana bi xaka xwe berdandin. Em dê di bin her şert û mercî de li ber xwe bidin û tê bikoşîn.”

Parlamenterê Katalonyayê Ruben Wagensberg  balkişand li ser  berxwedana gelê ji bajarê Efrînê koçber bûne û got: “ Em weke gelê Katalonyayê bi gelê Efrînê re ne û em dê van kiryarên dewleta Tirk ku li ser gelê Efrînê dana meşandin ji gelê xwe re bêjin.”

Parlamenterê Katalonyayê Ruben Wagensberg di dawiyê de keyfxweşiya xwe û got: “Serkeftin.”

(dg)

ANHA