Yekitiya Rewşenbîran: Divê gelê herêmê li hember êrişên dewleta Tirk bisekinin

Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû rewşenbîran kir ku li hember êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin û piştgiriya hêzên leşkerî bikin.

Yekitiya Rewşenbîran: Divê gelê herêmê li hember êrişên dewleta Tirk bisekinin
3 kanûn, 2022   17:08
QAMIŞLO

Bi dehan rewşenbîrên Girkê Legê û Dêrik li navenda Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a navçeya Girkê Legê kom bûn û bi navê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê daxuyaniyek têkildarî êrişên  dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, da.

Beşdaran wêneyên şehîdên gundê Teqil Beqil ê Dêrikê ku di encama topbaranên dewleta Tirk de di 19'ê Cotmehê de şehîd bûne û tevahî şehîdên êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hildan.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran Biradost Mîtanî daxuyanî xwend û bal kişand ser êrişên domdar ên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û diyar kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dijminên şoreşa 19'ê Tîrmehê ne.

Mîtanî diyar kir dewleta Tirk domdarî bi balafir, tank û topban êrişan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ewleh pêk tîne û got: “Her wiha desteka komên çete weke DAIŞ, Cebhet El Nusra, El Hemzat û El Emşat dike. Dewleta Tirk gelek deverên cuda yên axa Sûriyê weke Efrîn, Cerablus, Idlib, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir.”

Mîtanî destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk rojane herêmên ewleh weke Şehba, Til Rifet, Eyn Îsa, Kobanê, Til Temir û Zirgan topbaran dike û fermandar û rêvberên ku ji bo azadiyê tê dikoşin, bi balafirên bêmirov dike hedef.

Mîtanî wiha domand: “Lê bi saya berxwedana gel û hêzên me, dê hemû komployên kirêt ên li dijî herêmê têk biçin ji ber ku gelê neteweya demokratîk bi kurd, ereb û suryanê xwe dê bi vîna xwe ya azad li hember dagirkeran li ber xwe bidin.”

Di daxuyaniyê de Mîtanî bang li tevahî rewşenbîr û gelê herêmê kir ku axa welatê xwe biparêzin,  gund û bajarên xwe vala nehêlin, saziyên xwe xurt bikin û piştgiriya hêzên leşkerî yên berxwedêr bikin.

(dm)

ANHA