Li Hesekê bi hezaran banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kir

Li Hesekê bi hezaran kes tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û banga azadiya wî ya fîzîkî kir.

Li Hesekê bi hezaran banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kir
Li Hesekê bi hezaran banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kir
Li Hesekê bi hezaran banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kir
Li Hesekê bi hezaran banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kir
Li Hesekê bi hezaran banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kir
Li Hesekê bi hezaran banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kir
3 kanûn, 2022   13:07
HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên Hesekê bi hemû pêkhateyên wê, bi meşekê tecrîda li Îmraliyê şermezar kir û xwest ku Rêber Ocalan fîzîkî were azadkirin.

Meş ji çexerêya Şehîd Arîn a li taxa Mişêrfê dest pê kir. Şêniyan posterên Rêber Ocalan, alên TEV- DEM, Kongra Star û PKKʹê hildan û bênavber dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî serokê Apo" berz kirin.

Meş li qada Xeto ya taxa Nasira veguherî mîtîngê. Bi navê PYDʹê Mihêdî El Dixêm axivî û got, "Em li vir kom bûne da ku ji dewleta Tirk a dagirker re bêjin ku hûn nikarin Rêbertî ji gel qut bike, em teslîm nabin û em ê banga azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe bidomînin."

Mihêdî El Dixêm bêdengiya navneteweyî ya li hemberî zextên dewleta Tirk a dagirker ên li ser girtiyan û êrişên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Xalida Bûtî jî bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan xurt bikin û got: "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê azadiya xwe di ramanê Rêbertî de dibînin."

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(bb)

ANHA