Şandeyeke Katalonyayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir

Şandeyek ji Parlamentoya Katalonyayê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Şandeyeke Katalonyayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
3 kanûn, 2022   12:55
QAMIŞLO

Şandeyek ji Parlamentoya Katalonyayê bi serokatiya parlamenter Ruben Wagensberg , serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Şandeyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker piştgiriya xwe bi Rêveberiya Xweser re nîşan da.

Şandeye ji aliyê hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd, cîgirê wî Robîl Beho û endamê desteya rêveber a daîreyê Gulîstan Elî ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hedefkirina navendên xizmetguzariyê û binsaziya herêmê, her wiha girîngiya pêşkêşkirina desteka pêwîst ji bo herêmê hatin nîqaşkirin.

Bedran Çiya Kurd got: "Li herêmê geşedanên nû, ji êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û geşedanên din rû didin, hûnê vê yekê di serdanên xwe de bibînin."

Parlamenterê Katalonyayê Ruben Wagensberg  jî îşaret bi girîngiya serdanê di vê demê de kir û got: "Di vê demê de ku Tirkiyê êrişê herêmê dike û gelên wê dike hedef em hatin vir da ku piştgiriya xwe bi Rêveberiya Xweser û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîşan bidin. Her wiha da ku nameyekê bidin cîhanê ku dem hatiye ku piştgiriyê bidin."

Parlamentoya Kataloniya 20ʹê Cotmeha 2021ʹê de Rêvebriya Xweser a Bakur  û Rojhilatê Sûriyê nas kir.

(bb)

ANHA