YRK: Di êrişa li Asosê de tu zirar negihaşt hêzên me

YRK’ê bi daxuyaniyekê êrişa 2’ê Kanûnê ya li ser hêrêma Asosê şermezar kir û ragihand ku tiştek bi hêzên wan nehatiye.

YRK: Di êrişa li Asosê de tu zirar negihaşt hêzên me
3 kanûn, 2022   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN 

Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ev agahî dan:

“Di 2’yê Kanûnê de li ser herêma Asosê ya girêdayî navçeya Şarbajêr balafirên keşfê geriyane. Di saetên di navbera 11.30 û 12:00’an de dema ku gundî ji bo komkirina giyayên payîzê diçin eraziyê çar caran dibin hedefa balafirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker. Di vê êrişê de tiştek bi hêzên me nehatiye. Lê di encama êrişê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 5 welatî jî birîndar bûn.

Di encama wan êrişan de her tim bax û baxçeyên gundiyan dibin hedef û zirarê dibînin. Dîsa di êrişa li ser Asosê de hat dîtin ku dewleta Tirk a dagirker çawa bi awayekî hovane sivîlan qetil dike. Em Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ji bo ev qetlîama ku li ser sivîlan ji aliyê dewlet Tirk a dagirker ve pêk hatiye xemgîn in. Em bûyerên bi vî rengî ku li ser gelê me pêk tê şermezar dikin. Tê xuyakirin her ku dewleta Tirk a dagirker têk diçe êrişên xwe li ser gel hîn zêdetir dike. Divê gelê me bizanibe ku armanca dewleta dagirker tunekirina gelê Kurd e.

Em Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ji malbata Azîz Mihemed Resûl ê ku ji gundê Qamiş e sersaxiyê dixwazin û ji birîndarên bi navê Mihemed Qadir Axa, Kiwêxa Mihemed Elî, Zana Mihemed Elî, Seîd Mihemed Resûl û Salih Qadir şîfaya xêrê dixwazin.

Carake din em bang li gelê xwe û kesên xwedî wijdan dikin ku li dijî êrişên bi vî rengî xwedî helwest bin.”