Nasnameya gerîlayeke li Zapê şehîd bû hate eşkerekirin

HPG'ê nasnameya gerîlayeke li Zapê şehîd bû eşkere kir û got, ʹʹRêhevala me Medya, li ser şopa  Şehîd Sara û Şehîd Rûkenan wê di tevahiya têkoşîna me de her tim pêşiya me ronî bike.ʹʹ

Nasnameya gerîlayeke li Zapê şehîd bû hate eşkerekirin
3 kanûn, 2022   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Di encama çalakiyên hêzên me de; 2 dagirker hatin cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker; 7 caran bi balafirên şer, 22 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran Qadên Berxwedanê bombebaran kiriye."

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên ku hatine kirin wiha ne:

/tr/haber/zapta-sehit-dusen-bir-gerillanin-kimligi-aciklandi-h62737.html

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûre ya Şehîd Savaş Maraş de;

Me di daxuyaniya xwe ya 27’ê Mijdara 2022’an de diyar kiribû ku di çalakiyên şoreşgerî yên 25’ê Mijdara 2022’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hatiye xistin û 19 dagirker hatine cezakirin. Di vê pêngavê de hevrêya me Medya ya ku bi kedeke fedaî tevlî çalakiyê bû, şehîd bû. Hevrêya me Medya ku di xeta serketinê ya Şehîd Zîlan de meşiya, mîrateyeke mezin a têkoşînê hişt, bû milîtaneka hêja ya partiya me PKK’ê. Heval Medya bûye yek ji fermandarên me yên ciwan ên pêşeng ku bi xurtî Îdeolojiya Azadiya Jinê xistine nava pratîka xwe. Rêhevala me Medya, li ser şopa  Şehîd Sara û Şehîd Rûkenan wê di tevahiya têkoşîna me de her tim pêşiya me ronî bike.

Nasnameya hevala me ya şehîd wisa ye:

Nasnav: Medya Ozgur          

Nav û paşnav: Havva Alkan

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dê û bav: Anber - Ragip

Dîrok û cihê şehadetê: 25’ê Mijdara 2022’an / Zap

2’ê Kanûnê saet 11.00’an de li Qada Berxwedana Girê Cûdî tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dane.

Li herêma Zapê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

2’ê Kanûnê saet 01.30’an de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê tîmên me yên gerok bi sûîkastê li dagirkeran dane û dagirkerek hatiye cezakirin.

2’ê Kanûnê saet 10:30, 12:30 û 14:30’an de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê tîmên me yên gerok 3 caran bi çekên giran li dagirkeran dane.

2’ê Kanûnê saet 19:10’an de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil  Çemçoyê tîmên me yên YJA Starê bi taktîka sûîqestê li dagirkeran dane û dagirkerek hatiye cezakirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

Di 2’ê Kanûnê de herêmên Sêdarê û Deriyê Hirçê yên Garê û Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 7 caran bi balafirên şer bomberdûman hatine bombekirin.

Di 2’ê Kanûnê de Qadên Berxwedanê yên Sîda, Kurojahro, Saca, Girê Amediyê û Girê Cûdî 22 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

2’ê Kanûnê de bi dehan caran Sîda, Çemço, Girê FM, Girê Amediyê û Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.”