Dayikên Aştiyê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin

Dayikên Aştiyê yên li Helebê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got ew ê ji bo parastina destkeftiyên şoreşê têkoşînê dewam bikin.

Dayikên Aştiyê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
3 kanûn, 2022   12:11
HELEB

Dayikên Aştiyê li pêşiya navenda xwe ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê kom bûn û daxuyanî da. Berdevka Dayikên Aştiyê Rexda Remedan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker hebûna Kurdan li 4 parçeyên Kurdistanê û projeya demokratîk a ku bi nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser erdê di meryetê de ye tehemul nekir, ji ber vê yekê êrişan dike.

Lê senaryoya binkeftî ku Suylo beriya çend rojan di teqîna li qada Taksîmê ya Stenbolê de afirand, bihaneyeke da ku êrian li dijî herêmê pêk bîn krîza hundirîn a li Tirkiyê veşêre.

Armanc ji êrişên bênavber ên bi rêya balafirên şer koçberkirina şênî û guhartina demografiya herêmê ye, da ku bi wê re Osmaniyê vegerîne. Lê bi hêza Kurdan ku li pêş siyaset û timayên wê disekine ew Osmanî têk çûye.

Dewleta Tirk a dagirker çiqas êrişên li dijî herêmê zêde bike, israr û berxwedana me ya li gorî şerê gel ê şoreşgerî zêde dibin. Em li gorî pêdiviyên qonaxê ji bo parastina destkeftiyên şoreşa xwe û fedekariyên şehîdên xwe tev digerin."

(fr)

ANHA