Rojnameyên erebî: Erdogan beriya hilbijartinan çapemeniyê diçewisîne

Beriya hilbijartinan hikumeta Tirk zextên xwe li ser çapemenî û muxalefetê zêde kirine, ev yek ji bo rojnamevan û çalakvanan bûye cihê fikran. Serokê parlamentoya Lîbyayê Aqîle Salih jî got "lihevkirineke mezin" bi serokê Meclisa Bilind a Dewletê Xalid El Meşrî re heye da ku saziyên girêdayê parlamentoyê ji nû ve werin avakirin û yek desthilat li Lîbyayê were avakirin.

Rojnameyên erebî: Erdogan beriya hilbijartinan çapemeniyê diçewisîne
3 kanûn, 2022   07:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Zextên hikumeta Erdogan ên li ser çapemeniyê, rewşên Lîbya û Sûdanê rojevên rojnameyên erebî yên îro ne.

‘DI HILBIJARTINAN DE ÇAPEMENÎ DIJMINÊ ERDOGAN E’

Têkildarî zextên hikumeta Tirk ên li ser çalakvanan, rojnameya El Ereb wiha nivîsî "Beriya hilbijartin li Tirkiyê dest pê bikin bi çend mehan, hikumeta Tirk alava xwe ya çewsîner a ku li dijî çapemenî û muxalefetê amade kiriye, xurt kiriye. Ev yek ji bo rojnamevan û çalakvanan bûye cihê fikaran. Ev yek nîşan dide ku serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan êdî çapemeniyê wekî dijminê xwe yê rasterast di hilbijartinan de dibîne.

Serokê edîtoriya malpera nûçeyan Dokuz8Haber li Stenbolê Gokhan Biçici got ʹʹqanûna nûçeyên derew çekek din a hikumetê ya li dijî me ye.ʹʹ

Gokhan Biçici ji nivîsgeha xwe ya li aliyê Asyayî yê bajar e ji AFPʹê re got ʹDepoyên wan tijî tinvik in, bi dehan alav û çek hene da ku saziyên çapemeniyê bê deng bikin."

Her wiha îşaret bi ʹHeqareta li serokʹ kir û got, ev tawan di salên dawî de hişt ku bi deh hezaran dengên rexnegir werin darizandin, di nava de xwendekar, werzîşvan heta şahciwanên berê yên Tirkiyê hebûn.

Di Cotmeha borî de, parlamentoya Tirkiyê qanûneke nû pejirand ku kesên "nûçeyên derew" belav dikin sê sal girtîgeh ceza dike.

AKP û hevalbendên wê MHPʹê ku piraniya parlamento di destê wan de ne, li ser guhertinan deng dan, ku parêzvanên mafên sivîl "xetere" dîtin.

Pisporê hiqûqa dijîtal Yaman Akdenîz got ku ev qanûn ʹazadiyeke berfireh a çalakiyêʹ dide desthilatan û îhtimaleke pir zêde heye ku di dema beriya hilbijartinê de were pêkanîn.

Erdogan bi coş ev qanûn parast, medyaya dîjîtal şermezar kir û bi van gotinan wesif kir ʹPîvanan nas nake û bê exlaq e, agirê nefretê gûr dike.ʹ

Di demekê de ku ev qanûn ketiye meryetê de û giraniya serok ji ber aloziya aborî û derbaskirina enfelsasyonê ji sedî 80, paş ketiye, ev qanûn destûr dide desthilatê ku internet qut bike, mîna ku piştî êrişa 13ʹê Mijdarê ya Stenbolê (6 kuştî û 81 birîndar) kir.

Herî zêde rojnamevan, saziyên çapemeniyê yên kurdî bi taybet tên hedefkirin. Di vê çarçoveyê de rêvebera Rêxistina P24 ya parastina mafê derbirînê, Fatima Dermilî îşaret bi vê yekê kr ku ji havînê ve, gelek rojnamevanan hat girtin.

Dermilî got ʹEm ditirsin ku ev qanûna nû rewşê aloztir bike.ʹ  Dawiya Cotmeha borî 9 rojnamevan li Stenbolê û bajarên din, di nava Diyarbekir ê dikeve başûrê rojhilat ku piraniya niştecihên wê Kurd in hatin girtin.

Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor, Tirkiyê di aliyê binpêkirinên azadiya rojnameberiyê de ji nava 180 dewletan, dixe rêza 149ʹan.

Rojnameger Fatos Erdogan a ku di Dokuz8 Haber de dixebite diyar kir ku lêkolînên nivîsandinê her ku diçe dijwartir dibin.

Her wiha got: "Bi rastî em bibûn qurbaniyên tundiyê, lê hîs dikim ku wê zextên zêdetir hebin. Ji bo ewlehiya xwe em bi fikar in."

‘EQÎLA SALIH BEHSA AVAKIRINA DESTHILATEKE YEKBÛYÎ YA LÎBYAYÊ KIR’

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya Şerq El Ewsat nivîsî: “Serokê Meclisa Nûneran a Lîbyayê Eqîla Salih got ku bi serokê Meclisa Bilind a Dewletê Xalid El Muşerî re li ser ji nû ve avakirina saziyên serdesetiyê yên girêdayî Meclisa Nûneran lihevkirin mezin heye. Salih destnîşan kir ku ev yek dê di çend rojên pêş de diyar bibe û dê yek desthilat li Lîbyayê were avakirin.

Salih, duh piştî hevdîtina bi serokê Meclisa Nûneran a Misirê Henefî Cibalî re li Qahîrayê got: “Em niha bi amadebûna nûnerê NY`ê Ebdullah Basîlî li ser vê yekê dixebitin, em di rêya çareserkirina aloziya Lîbyayê de ne.”

Cibalî jî diyar kir ku Misir bi gelê Lîbyayê re ye û Meclisa Nûneran a Misirê ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê piştgiriyê dide desthilata zagonsaz.

Salih bal kişand ku meclisa wî danezana destûrê guhertiye, komîteyek ji 24 endamên dewletê û parlamenteran erkdar kiriye, ku li Qahîreyê di bin çavdêriya şandeya NY`ê de civiyane û destnîşan kir ku ew ber bi lihevkirina li ser bingeha destûrê ve diçin.

Her wiha da zanîn ku di rojên pêş de dê ew komîte ji bo temamkirina bingeha destûrê li Qahîreyê karê xwe bidomînin, tiştê ku her du alî li ser hev bikin dê werin pêkanîn, tiştên bi nakok jî dê gel li ser referandûmê bike.

Salih bi bîr xist ku aliyên navneteweyî hîna destwerdanê dikin, lê belê bi piştgiriya welatên dostên Lîbyayê dê wê yekê derbas bikin.”

‘ALIYÊN SÛDANÊ DUŞEMÊ DEMA ÎMZEKIRINA LIHEVKIRINA ÇARÇOVEYÎ DIYAR KIR’

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya El Beyan nivisî: “Aliyên Sûdanê duşemê dema îmzekirina lihevkirina çarçoveyî diyar kirin, ku dê desthilateke sivîl a demkî ava dike da ku erkên Şoreşa Kanûnê pêk bîne û bicihanîna armancên wê dewam bike.

Roja Înê hêzên li ser danezana siyasî îmze kirine, civiyabûn. Li gorî daxuyaniya Hêzên Azadî û Guhertinê Duşemê li ser lihevkirina siyasî ya çarçoveyî were îmzekirin ku ev yek dê desthilateke sivîl a demkî ya ji bo bidawîkirina aloziya li welat bê damezrandin.

Hêzên li ser danezana siyasî îmze kirine ev in; Hêzên Azadî û Guhertinê, Eniya Şoreşgerî ya Sûdanê, Partiya Yekitiya Demokratîk û Kongra Gel.”