Çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk didomin

HPG’ê da zanîn ku çalakiyên wan ên li dijî artêşa Tirk a dagirker didomin û li Girê Cûdî û Sîdayê derbên giran li artêşa Tirk dane.

Çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk didomin
2 kanûn, 2022   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 4 caran bi balafirên şer, 30 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus, hewan, tank û çekên giran bombe kirin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrişan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

1'ê Kanûnê saet di 09:30, 10:30 û 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê tîmên me yên bi tevger 3 caran bi çekên giran li dagirkeran dan.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

1'ê Kanûnê saet di navbera 08:00 û 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran 3 caran derb li dagirkeran hate xistin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

1'ê Kanûnê zeviyê Gundê Bêpala yê Qendîlê û Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

1'ê Kanûnê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Saca û Kurojahro bi helîkopterên êrişê 30 caran hatin bombekirin.

1'ê Kanûnê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê FM'ê, Girê Şehîd Heqî û Girê Şehîd Kamûran, her wiha Geliyê Lolanê yê Xakurkê bi dehan caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin."