​​​​​​​Bîlançoya 1′ê Kanûnê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker

QSD′ê bîlançoya 1′ê Kanûnê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir.

​​​​​​​Bîlançoya 1′ê Kanûnê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker
2 kanûn, 2022   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya 1′ê Kanûnê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

"Di roja 12′yan a êrişên dewleta Tirk de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêzî 70 gund û mezre bi çekên giran û tankan hatin hedefgirtin, her wiha mizgefta gundê Tirwaziyê bi guleyên tankan hate hedefgirtin û rûxiya.

Dewama bîlançoya 30′ê Mijdarê:

HERÊMÊN EFRÎN Û ŞEHBA

40 carî bi çekên giran û 10 caran bi tankan, guleyên hewan û doçka gundên Til Medîq, Şêx Îsa, Bênê, Meyasê, Soxanekê, Şewarxa, Tat Meraş hatin topbarankirin.

HERÊMA CIZÎRÊ

Til Temir

10 caran gundên Til El Leben, Xêr û Gozeliyê bi çekên giran û doçka hatin topbarankirin.

Zirgan

34 caran gundên Bobî, Dada Ebdal, Muhermele û Zirgan bi çekên giran û guleyên hewanê hatin hedefgirtin.

HERÊMA FIRATÊ

Kobanê

6 caran bi bi çekên giran û 6 caran bi guleyên hewanê gundên Koran, Xirab Bîsan, Ceysan, Zormexar, Çariqlî û Ziyare hatin topbarankirin.

Girê Spî

Bi çekên giran, doçka û sekvanan gundên Xirbet El Beqer, Hoşan, Kor Hesen, Selîbî û depoyên Qizelî hatin hedefgirtin.

Tirwaziyê

Bajarokê Kenterê 4 caran bi çekên giran hate hedefgirtin.

Bîlançoya 1′ê Kanûna 2022′yan:

HERÊMÊN EFRÎN Û ŞEHBA

35 caran bi çekên giran, guleyên hewanê û çekên doçka gundên Hirbil, Şêx Îsa, Bêlûniyê, Samoqa, Merenaz, Malikiyê, Şewarxa, Irşadiyê, Tinib, Elqemiyê, Soxanekê, Aqîbê û Bênê hatin topbarankirin.

HERÊMA CIZÎRÊ

Til Temir

Gundê Gozeliyê bi çekên giran hate topbarankirin.

Zirgan

57 caran bi çekên giran û guleyên hewanê gundên Rebîat, Til Werd, Muhermile, Bobî, Dada Ebdal, Esediyê û Zirgan hatin topbarankirin.

Hêzên me jî bersiva topbaranan da.

HERÊMA FIRATÊ

Kobanê

Bi guleyên hewanê gundên Xirab Bîsan û Çariqlî hatin topbarankirin.

Balafireke bêmirov a xwekuj gundê Koran bombebaran kir.

Girê Spî

Bi çekên giran û guleyên hewanê gundên Dibis, Cideyda, Ebû Sira, Xan, Kor Hesen, Sewan, Selîbî, Evdikê û rêya M4 hatin topbarankirin.

Hêzên me bersiva topbaranan da.

MINBIC

4 caran bi guleyên hewan û 2 caran bi çekên giran gundên Ewn Dadat, Hoşeriyê û Kirhiyok hatin topbarankirin.

Tirwaziyê

27 caran bi çekên giran bajarokên Tirwaziyê û Fewar hatin hedefgirtin, her wiha mizgefta Tirwaziyê jî hate hedefgirtin û rûxiya.

Hêzên me bersiva topbaranan da."

(fr)