Balafirên dewleta Tirk welatiyên Silêmaniyê bombebaran kirin; şehîd û birîndar hene-HATE NÛKIRIN

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Gelale yê ser bi bajarokê Şarbajêr yê ser bi Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Li gorî qeymeqamê bajarokê Mawet, welatiyek sivîl di encama êrişê de birîndar bûye. Lê gorî agahiyên hatine bidestxistin de, şehîd û birîndar hene.

Balafirên dewleta Tirk welatiyên Silêmaniyê bombebaran kirin; şehîd û birîndar hene-HATE NÛKIRIN
2 kanûn, 2022   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Gelale yê ser bi bajarokê Şarbajêr yê ser bi Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Der barê êrişê de qeymeqamê bajarokê Mawet, Kameran Hesen ji Rojnews re axivî.

Kameran Hesen got; “Îro balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li gundê Gelale yê ser bi bajarokê Şarbajêr yê Silêmaniyê, komek welatiyên sivîl kirin hedef û bombebaran kirin. Ew welatî ji bo komkirina giya çûbûn nêzî çiya.”

Qeymeqam di dewama axaftina xwe de ragihand ku di encama bombebaranê de birîndar hene, lê hîn jî tîmên tenduristiyê negihiştine cihê bombebaranê.

Li gorî agahiyan balafirên şer 3 caran li ser hev heman cih bombebaran kirine. Li gorî heman agahiyan jî şehîd û birîndar hene. Heya niha der barê êrişê de daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin.