​​​​​​​Dîmenên çalakiya gerîla ya li Girê Hakkarî

Gerîla TV dîmenên operasyona leşkerî ya 26'ê Mijdarê weşand ku li Girê Hakkarî hate kirin. Di operasyonê de 42 leşkerên artêşa Tirk hatibûn cezakirin.

​​​​​​​Dîmenên çalakiya gerîla ya li Girê Hakkarî
2 kanûn, 2022   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser operasyona şoreşgerî ya gerîla ev agahî dabû:

"26'ê Mijdarê saet di saet 13:30'an de li hemberî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya li Girê Hakkarî operasyoneke şoreşgerî hate destpêkirin. Di çarçoveya operasyona şoreşgerî de ji sê baskan ve bi bombeyên destan û çekên nîv otomatîk li dagirkerên li ser Girê Şehîd Zemanî hate xistin.

Hêzên me bi ruhekî bilind ê êrişê bi ser dagirkeran ve çûn û 17 çeperên dijmin yek bi yek xistin, fetih kirin û dagirkerên tê de ceza kirin. Hêzên me Girê Şehîd Zemanî bi temamî kontrol kirin û li vê derê 2 çekên A4 ên dijmin desteser kirin, ev çek li dijî dagirkeran bi kar anîn û piştre bi temamî îmha kirin. Hêzên me çekên ferdî û cebilxaneya dagirkeran desteser kirin, li dijîd ijmin bi kar anîn û tevî çeperên dagirkeran depoya erzaqê ya dijmin bi temamî îmha kirin.

Ji fermandarên baskê êrişê hevrêyê me Amed ê ku bi ruhê fedaî yê Apoyî bi ser dijmin ve çû, tevî ku birîndar bû, ji hevrêyên xwe xwest ku operasyonê dewam bikin û ew bi xwe jî bi birîndarî bi ser dijmin ve meşiya. Hevrêyên me Amed, Binevş û Baran ên pêşengî ji vê operasyona şoreşgerî re kirin û bi wêrekiyeke mezin şer kirin, heta nefesa xwe ya dawî bi fedaî şer kirin û şehîd bûn.

Hêzên me di heman demê de li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Akîf û Girê Şehîd Viyan ji du baskan ve bi çekên giran û ferdî çalakî kirin. Herî kêm 5 dagirker hatin cezakirin.

Di vê operasyona şoreşgerî de 42 dagirker tevî fermandarên xwe hatin cezakirin. Di heman demê de 17 çeper, 2 çekên A4, çekek bombeavêj, depoyeke erzaqê, 2 sîstemên kamera yên mobesse, gelek çek û malzemeyên leşkerî bi temamî hatin îmhakirin. 4 çekên MPT-55, 4 dûrbînên çekên MPT-55, çekek bombeavêj, amûreke destnîşankirinê, çekek sekvaniyê ya taybet, dûrbîneke termal, telefonek, kasatûrayek ku navê Oguzhan Alp li ser bû û 3 çavkaniyên hêzê hatin desteserkirin.

Dagirkeran di dema operasyona şoreşgerî û piştî operasyonê de bi obus, hawan û balafirên şer bombardûmaneke giran li qadê kirin û xwestin pêşî li pêşveçûna hêzên me bigirin, lê nekarîn bikin."