​​​​​​​Malbatên şehîdên komkujiya Teqil Beqil serdana gorên zarokên xwe kir

Bi dehan malbatên şehîdên komkujiya Teqil Beqil û endamên Yekitiya Ragihandina Azad serdana gorên şehîdên xwe yên li Goristana Şehîd Xebat Dêrik kir.

​​​​​​​Malbatên şehîdên komkujiya Teqil Beqil serdana gorên zarokên xwe kir
1 kanûn, 2022   14:30
QAMIŞLO

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker şeva 19-20′ê Mijdarê stasyona 4′an a kehrebê ya li gundê Teqil Beqil ê herêma Koçerat bombebaran kir, lê dema welatiyan hewl da birîndaran rizgar bikin, careke din balafiran bombebaran kir, di encamê de 11 welatî şehîd bûn, di nav de jî nûçegihanê ANHA′yê Îsam Ebdullah.

Malbatên şehîdan û endamên Yekitiya Ragihandina Azad ji bo bîranîna wan serdana gorên şehîdên komkujiyê kir.

Navên şehîdan wiha ne; nûçegihanê me Îsam Ebdullah, Hisên Elî, Çîçek Haronî, Hîlal Qasim, Hediye Ebdullah, Ubeyd Xalid, Mehmûd Elî, Fayiz Ebdullah, Nûrî Çiftecî, Hisên Xilto-Mazin Osî.

(fr)

ANHA