​​​​​​​Yekitiya Parêzeran û Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê: Divê tecrîd were bidawîkirin

Yekitiya Parêzeran û Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê bang li rêxistinên hiqûqî, mirovî û navneteweyî kir ku tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.

​​​​​​​Yekitiya Parêzeran û Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê: Divê tecrîd were bidawîkirin
1 kanûn, 2022   14:54
MINBIC

Yekitiya Parêzeran û Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê li pêşiya avahiya Meclisa Edaletê daxuyaniyeke hevbeş da. Hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Minbic Mufîde El Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Li gorî daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, rêber Ocalan bi CPT′ê re di dema serdana wê ya ji girtîgeha Îmraliyê re di Îlona 2022′yan de neciviye. Lê CPT′ê di serdana xwe de da zanîn ku ew bi rêber Ocalan re neciviye û bi wê re metirsiyên me li ser rewşa wî ya tenduristî çêdike."

Her wiha di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker nexasim dîlgirtina rêber Ocalan bêyî darizandinê hatin şermezarkirin û ev tişt hate gotin: "Siyaseta tecrîdkirina gel ji dîtina rêbertî siyaseta qirkirina hemû gelên bendest e."

Di daxuyaniya hevbeş de hate destnîşankirin ku sûcên li dijî rêber Ocalan ji bo derbekirina destkeftiyên gelên xwe dispêrin felsefeya jiyana hevbeş  e û vîna wan gelan bişikînin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî, mirovî û navneteweyî hat kirin ku tecrîda li dijî rêber Ocalan bi dawî bikin û binpêkirinên li dijî wî û girtiyên din bi dawî bikin. Her wiha bang li berpirsan hate kirin ku deriyê girtîgeha Îmraliyê vekin ku tenduristiya girtiyan bizanin.

(mh)

ANHA