Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re, careke din serlêdan kirin.

Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
1 kanûn, 2022   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

 Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm û Cengîz Yureklî yên ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ne, ji bo hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê dan.

19 meh in agahî ji rêber Abdullah Ocalan nayê stendin. Parêzer di hefteyê de du caran ji bo hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re serlêdanê dikin. Lê bi awayekî sîstematîk bersiva serlêdanan nayê dayîn. Di hinek rewşan de piştî mehan ji parêzeran re tê gotin ku cezayê dîsîplînê li rêber Ocalan hatiye birîn.

Herî dawîn di 13’ê Nîsanê de hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re hatibû qedexekirin û di 18’ê Cotmehê de piştî ku ev qedexe qediyabû, hatibû diyarkirin ev qedexe şeş mehên din jî hatiye dirêjkirin.