Artêşa dagirker êrişî gundên Eyn Îsayê dike

Gundê Mişêrfê yê girêdayî navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran tê topbarankirin.

Artêşa dagirker êrişî gundên Eyn Îsayê dike
1 kanûn, 2022   10:19
KOBANÊ

Nûçegihanên me ragihandin ku gundê Mişêrfê yê li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker vet ê topbarankirin.

Beriya nêzî saetekê jî gundê Dibis ê rojavayê navçeyê bi tankan hatibû topbarankirin.

Şevê din jî nuqteke hêzên hikumeta Şamê li gundê Tirwaziyê hatibû topbarankirin, derdora gundê bi qasî 25 topan hatibûn hedefgirtin.

(cx)

ANHA