​​​​​​​75 rojn in gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li qadan in

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berxwedana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di roja 75ʹan de  berdewam dike. Her wiha ji bo amadekariyên xwepêşandanên giştî yên di hefteya bê de, bangawzî hatin kirin.

​​​​​​​75 rojn in gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li qadan in
1 kanûn, 2022   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li gelek navendên xwendinê yên Rojhilatê Kurdistanê xwendevanan bi govendê kêfxweşiya xwe ji bo binkeftina tîma futbolê ya Îranê ya di kûpaya cîhanê de destnîşan kirin. Li gorî wan tîma futbolê nûnertiya desthilatê dike, ne xelkê.

Tê gotin ku li bajarê Bokanê ciwanê bi navê Awat Qadirpûr ku ji berî çend rojan di xwepêşandanan de bi giranî birîndar bibû û hefteyekê li nexweşxaneyê mabû jiyana xwe ji dest daye.

Li bajarê Sine ji bo tevlîbûna merasîma çilrojiya Ramîn Fathî bang hate kirin ku biryare îro li ser gora wî pêk were. Ramîn Fathî piştî ku hatibû girtin di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dabû.

Li bajarên Îranê jî şahiyen ji bo binkeftina tîma futbolê ya Îranê berdewam kirin. Greva perestar, karker û şofêrên barhilgiran jî berdewam kir.

Her wiha ji bo amadekariyên xwepêşandanên giştî yên di hefteya bê de, bangawzî hatin kirin.

Li gorî bangewaziyê wê di rojên 5, 6 û 7’ê Kanûnê de xwepêşandan û nerazîbûnên giştî pêk werin.