Rojnameyên erebî: Şêfê DAIŞʹê hat kuştin, aboriya Tirkiyê li pêşberî pirsgirêkeke mezin e

Çeteyên DAIŞʹê duh ragihand ku şêfê wan Ebû El Hesen El Haşimî El Qureşî hat kuştin. Pispor diyar dikin di nava DAIŞʹê de pirsgirêk hene. Parçebûna li Lîbyayê li pêşiya hilbijartinan dibe asteng. Çavdêr diyar dikin ku aboriya Tirkiyê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye.

Rojnameyên erebî: Şêfê DAIŞʹê hat kuştin, aboriya Tirkiyê li pêşberî pirsgirêkeke mezin e
1 kanûn, 2022   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Kuştina şêfê DAIŞʹê, aloziya Lîbyayê û rewşa aborî ya Tirkiyê manşetên rojnameyên erebî yên îro bûn.

‘PIŞTÎ KUŞTINA ŞÊFÊ WAN DAIŞ LI BENDA ÇI YE?'

Rojnameya Şerq El Ewsat cih da kuştina serçeteyê DAIŞʹê û wiha nivîsî: "Piştî ragihandina kuştina şêfê wan Ebû Hesen El Haşimî û El Qureşî, rêxistina DAIŞ li benda çi ye? Piştî ku rêxistinê kuştina ʹEbû El Hesenʹ ragihand û yekî din xist şûna wî, ev yek gelek pirsan çêdike. Lêkolîneran got rêxistinê navê serokê nû ragihand da ku nakokî yan veqetînên ku dibe ku li ser serokatiya nû çêbin, dûr bixe.

Di mehên dawîn de gelek nûçe der barê ʹEbû Hesen El Qureşîʹ de belav bûn. Di Îlona borî de serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got hêzên Tirkiyê fermandarkî DAIŞʹê girt ku tê texmînkirin lîderê rêxistinê ye. Di dawiya Gulana borî de nûçe belav bûbûn, digotin Ebû Hesen El Qureşî li Stenbolê di operasyoneke ewlehiyê de hatiye destgîrkirin.

Ya balkêş ew e ku Ebû Hesen El Qureşî ji dema ku wezîfeya rêvebebirina rêxistinê wergirtiye anku piştî kuştina Ebû Îbrahîm El Qureşî yê ku di Sibata borî ve di êrişeke hewayî ya li bakurê Idlibê de hat kuştin, di tu qeydên deng an jî dîmenan de derneketiye. Ev yek nîşan dide ku îhtîmal heye serokê rêxistinê tune be.

Berdevkê DAIŞʹê Ebû Omer El Muhacir duh (çarşem) di qeydeke deng de ragihand ku Ebû El Hesen El Qureşî hat kuştin û Ebû El Hisên El Huseynî El Qureşî cihê wî girt. El Muhacir di qeydeke deng de ku hesabeke Telegramê ya DAIŞʹê parve kiribû, ragihand ku şêfê wan di şer de hat kuştin. Lê tu agahî li ser dem û cihê kuştina wî nedan. Li gorî çavdêran, berdevkê DAIŞ’ê guh neda agahiyên der barê şêfê nû de.

Pê ve girêdayî, koordînatorê têkiliyên stratejîk di Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê de Hohn Kirby ragihand ku Koşka Spî kuştina şefekî din ê DAIŞʹê pîroz kir.

Piştî Ebû Îbrahîm El Qureşî yê ku li bakurê Idlibê di êrişeke hewayî de hat kuştin, Ebû El Hesen El Haşimî El Qureşî wezîfeya rêvebirina DAIŞʹê wergirt. Ebû Îbrahîm jî piştî şefê berê Ebû Bekir El Bexdadî cihê wî girt ku Cotmeha 2019ʹan li Idlibê di êrişeke Amerîkayê de hat kuştin.

Hinek destnîşan dikin ku Ebû El Hesen El Haşimî El Qureşî anku Ebû Zeyd El Iraqî an jî Cuma Ewed El Bedrî berê berpirsê “Dîwana Perwerdeyê” ya rêxistinê bû. Der barê wî de jî hat gotin ku ew serokê meclisa "Şûra" ya rêxistinê bû û wek hevalekî taybet ê Bexdadî û şêwirmendê wî di mijarên şerîetê de dihat zanîn.

Rêxistina DAIŞʹê sala 2017ʹan li Iraq û piştî wê bi 2 salan li Sûriyê hat têkbirin, lê ʹşaneyên wê yên veşartîʹ hîna li her du welatan êrişan pêk tînin.

Lêkolînerê ji Misirê Amr Ebdulmûnim got ragihandina şefeke nû yê DAIŞ’ê piştî kuştina şefê berê tu valahiyekê di hundirê rêxistinê de çênake. Amr Ebdulmûnim ji Şerq El Ewsat re diyar kir ku ragihandina navê şêfê nû ji bo rêgirtina li ber parçebûn û nakokiyan e û ev şîrove kir: Rêxistin di ragihandina kuştina şêfê xwe de dereng ma ku beriya vê bûyerê bi çend mehan agahî belav bûn. Lê demeke dirêj nehat ragihandin da ku parçebûn çênebe, nemaze piştî ku hejmareke fermandarên wê yên navendî yên rêza yekê hatin kuştin. Ebdulmûnim anî ziman ku dibe serdema vê deregbûnê ew be ku pirsgirêk di sazûmaniya rêxistinê de hebe. Ebdulmûnim îşaret bi vê yekê kir ku Ebû El Hisên El Huseynî ji koma meclisa şêwirî ya Ebû Hesen El Qureşî ye."

‘PARÇEBÛN LI PÊŞIYA HILBIJARTINÊN LÎBYAYÊ DIBE ASTENG’

Der barê rojeva Lîbyayê de rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Dosyaya hilbijartinan hîna cihê nakokiyên aliyên siyasî û civakî yên Lîbyayê ye. Hinek bang dikin ku bi lez hilbijartin pêk werin, hinek din jî dibêjin a ku niha tê xwestin ew e ku lihevkirineke nîştimanî pêk were da ku her du şertên girîng ên hilbijartinan pêk werin. Ev şert rê li ber hemû koman vedike da ku bi deng an jî namzet beşdarî hilbijartinan bike û encamên wê qebûl bikin.

24ʹê vê Kanûnê salvegera yekemîn a paşxistina hilbijartinên serokatiyê ye ku piştî kedên herêmî û navneteweyî, lihevkirinên hundirîn ên li ser girîngiya rêxistinkirina dema wê ji aliyê Kongreya Diyalogan a Nîştimanî û nûnerê Neteweyên Yekbûyî ve û desteka Konseya Ewlekariyê û dewletên beşdarî kongreyên Berîln 1 û 2 hat paşxist. Tu nîşane li ser dema nû ya pêkanîna hilbijartinan tune ye.

Beriya ku bi serdeneke fermî bighêje paytexta Tûnisê bi çend saetan, serokê hikumeta El Wehda El Weteniya ya Lîbyayê Ebdulhemîd El Debîbe ragihand ku ew amade ye bi hemû aliyan re diyalogan bike, nakokiyan derbas bike û bersiva her însiyatîfeke xurtkirina baweriyê ji bo mîsogerkirina hilbijartinan, bide.

El Debîbe di kongreya li paytext Terablusê de ku bi dirûşma "Bi hev re em hilbijartinan pêk bînin" hatibû lidarxistin got, ya ku hilbijartina 24ʹê Kanûna borî asteng kiribû qanûna hilbijartinan a şerok bû û rasterast parlamento ji vê yekê berpirsyar e.

Çavdêrên siyasî ji Al Beyan re got mijara hilbijartinan hîna hewcedarî gelek xebatan e da ku biryara dawî were girtin, nemaze ku hin alî ji vê rewşa heyî sûdê digirin û naxwazin hilbijartin pêk werin an desthilateke rewa were ku welat ji vê rewşê derxîne û ber bi rewşeke siyasî ya aram a mayînde ve bibe.”

‘ABORIYA TIRKIYÊ LI PÊŞIYA XETEREYEKE MEZIN E’

Rojnameya El Ereb wiha nivîsî: “Daneyên herî nû yên têkildarî aboriya Tirkiyê, hikumet kir bin rewşeke giran, ruxmî hewldanên wê ku rewşê xweşiktir bike nexasim hilbijartin nêz in.

Rewşa aboriyê di çaryeka sêyem a îsal, ji ya dihat payîn xirabtir e.

Li gorî Daneyên Enstîtuya Serjimariyê ya roja çarşemê eşkere kiribû, hilbera xwecih a nebaş di navbera Tîrmeh û Îlonê de ji sedî 3.9 zêde bûye, hîn jî di nav performansa çêtirîn de di G-20’an de, lê ji texmînên piraniya çavdêran bi gelekî kêmtir e.

Li gorî anketa ku ajansa Bloomberg amade kiriye, çavdêran diyar kir ku ew ji 3 mehên berê de hêdîbûneke berbiçav diyar dike anku dema aborî bi rêjeyek ji sedî 7,7 berfireh bû.

Çavdêr diyar dikin ku parçebûna hikumetê û lihevnekirina li ser yekkirina saziyên leşkerî pêkanîna hilbijartinên demokratîk asteng dikin.”