​​​​​​​Hikumeta Şamê dorpêça li ser Şehbayê girantir dike

Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Zelûx Bekir hişyarî li ser pêkanîna karesatekê da û got "Ger hikumeta Şamê dorpêçkirina koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê ku rojane rastî êrişên dewleta Tirk tên, dewam bike, dê karesateke mirovî çêbe."

​​​​​​​Hikumeta Şamê dorpêça li ser Şehbayê girantir dike
30 mijdar, 2022   23:32
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nemaze herêmên Şehba û Efrînê didomîne, di heman demê de hikumeta Şamê dorpêçeke tund li ser herêm biriye.

Hikumeta Şamê ji zêdetirî 2 mehan ve qedexe dike ku pêdiviyên jiyanê derbasî herêmên Şehbayê bibin ku tê de zêdetirî 200 hezar koçber hene. Ew koçber li 5 kampan (Efrîn, Şehba, Veger, Serdem, Berxwedan), bi dehan gund û malên berwêrankirî de ne. Hikumetê her çend mehan dihişt pêdiviyên sereke derbasî herêmê bibin, lê di vê dawiyê bi giştî qedexe kir.

/kr/uploads/files/2022/11/30/195331_-.webp

Têkildarî mijarê, hevseroka meclisa kantona Efrînê Zelûx Bekir hişyarî li ser xirabbûna rewşê da û got: "Ji ber serhişkiya hikumeta Şamê di siyasetên xwe yên li dijî herêmê de û topbarana dewleta Tirk a dagirker, rewşa li herêmê karesat e."

Zelûx wiha domand: "Rewşa mirovî li Şehbayê nîşaneya karesateke mirovî ya rasteqîn e. Ji ber ku hikumeta Şamê dorpêçeke tund bi rêya bendên xwe yên kontrolê yên li têketin û derketinên herêmê belav in, ferz kiriye."

Zelûx wiha domand: "Bandora dorpêça li ser herêmê gihaşt lûtkeyê. Ew jî piştî qedexekirina madeyên bingehîn li ser herêmê; derman, sotemenî, madeyên germkirin û gaza malan, ji bilî wan jî madeyên xwarinê."

Zelûx wiha pê de çû: "Hikumeta Şamê ji bo derbasbûna karwanên alîkariyan bacên gumrikê yên mezin ferz dikirin. Lê di vê dawiyê de bi giştî qedexe kir."

Zelûx diyar kir ku armanca hikumeta Şamê jî valakirina herêmê ji şêniyên resen û koçberên Efrînê ye û got: "Ew siyaset dikevin xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker û têkbirina vîna gelê berxwedêr."

Li ser rola hêzên li herêmê hene jî Zelûx wiha axivî: "Dorpêça hikumeta Şamê li ser herêmê ferz kiriye bi erêkirina hêzên Rûsyayê û hêzên Îranê ye û armanca wê destekê bidin hikumeta Şamê."

Zelûxê wiha li gotina xwe zêde kir: "Ji encamên lihevkirinên di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de ye ku dorpêç were ferzkirin û astengî li ser şêniyên li herêmê were kirin."

Li ser pêşkêşkirina alîkariyan ji şêniyên di kampan de, Zelûx wiha got: "Meclisa kantona Efrînê alîkariyên lezgîn pêşkêşî niştecihên kampan kirin, heta dorpêç bi dawî dibe. Lê ew alîkarî tenê têra çend rojan dikin."

Zelûx diyar kir ku hemû hewlên wan ên pêşkêşkirina alîkariyan ji şêniyan re û dabînkirina pêdivî û pêwîstiyên wan, ji ber tevgerên hikumeta Şamê bi bin dikevin.

Zelûx destnîşan kir ku ji çend hefteyan ve tankerên derman û sotemeniyan li ser bendên kontrolê yên Firqeya 4′an a hikumeta Şamê asê ne û nahêlin derbasî Şehbayê bibin.

Hevseroka meclisa kantona Efrînê Zelûx Bekir bang li aliyên navneteweyî û hiqûqî kir ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin ku dorpêça li ser herêma Şehbayê bi dawî bikin da ku karesata mirovî ku dê di çend rojan de li ser şêniyan pêk bê, sînordar bikin û komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyên ku bi rêya balafirên şer û çekên kîmyewî pêk tînin, bi dawî bikin.

(fr)

ANHA