Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê hişyarî da

Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser da zanîn ku şaneyên DAIŞ`ê amadekariya êrişekê li ser girtîgehê dike.

Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê hişyarî da
30 mijdar, 2022   12:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeh Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Hat diyarkirin ku yek ji armancên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, peydakirina hawîrdoreke guncaw ji bo DAIŞ`ê ku êrişan pêk bîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gel êrişên Tirkiyê, agahî hatiye bidestxistin ku şaneyên DAIŞ'ê amadekariya êrîşa li ser Navenda Dad û Çeksaziyê ya li Elaya ya Qamişlo dikin.

Hat gotin ku li hemberî êrişên muhtemel amadekarî hatine kirin û bi hêzên Ewlekariya Hundirîn re karê hevbeş tê meşandin.

Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li ser girtîgehên ku çeteyên DAIŞ`ê tê de ne metirsî hene û divê welatên têkildarî pirsgirêka Sûriyê li hemberî vê xeteriyê helwestên cidî nîşan bidin.

Navenda Elaya girtîgeheke ku hejmareke zêde ya çeteyên DAIŞ`ê lê tên ragirtin.

(cx)

ANHA