Ji bo pêkanîna hevdîtinê bi rêber Abdullah Ocalan re serlêdan hat kirin

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û hin parlementerên HDP’ê ji bo hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Edaletê dan.

Ji bo pêkanîna hevdîtinê bi rêber Abdullah Ocalan re serlêdan hat kirin
30 mijdar, 2022   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û parlamenterên HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Nûran Îmîr û Erdal Aydemîr ji bo bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Edaletê dan. Di daxwaznameya serlêdanê de ya ku pêşkêşî Wezareta Edaletê hat kirin, hat xwestin ku biçin serdana Abdullah Ocalan ê ku ev 20 meh in agahî jê nayê stendin.

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Berdevka Partiyê Ebrû Gunay, parlamenterê Rihayê Omer Ocalan jî di 20’ê Cotmehê de ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Edaletê dabûn. Wezaretê hê tu bersiv nedaye vê daxwazê.