Li Pakistanê teqîneke xwekuj: kuştî û birîndar hene

Li bajarê Quetta yê başurê rojavayê Pakistanê li dijî polîsan êrişa bombebeyî pêk hat. Di encamê de 3 hat kuştin û 28 kes birîndar bûn.

Li Pakistanê teqîneke xwekuj: kuştî û birîndar hene
30 mijdar, 2022   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, li bajarê Quetta yê başurê rojavayê Pakistanê, li dijî dewriyeke polîsan êrişa bombebeyî pêk hat.

Tê gotin ku di teqînê de 3 kes hatine kuştin, 28 kes jî birîndar bûne. Ji birîndaran 15 polîs in, jin û zarok jî di nav de hene.

Talîbana Pakistanê berpirsyartiya êrişê girtiye ser xwe.