Şêniyên Helebê salvegera 44’emîn a damezirandina PKK’ê pîroz kir

Îro bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê salvegera 44’emîn a damezirandina PKK’ê pîroz kirin û soza şopandina têkoşîna partiyê dan.

Şêniyên Helebê salvegera 44’emîn a damezirandina PKK’ê pîroz kir
Şêniyên Helebê salvegera 44’emîn a damezirandina PKK’ê pîroz kir
Şêniyên Helebê salvegera 44’emîn a damezirandina PKK’ê pîroz kir
Şêniyên Helebê salvegera 44’emîn a damezirandina PKK’ê pîroz kir
Şêniyên Helebê salvegera 44’emîn a damezirandina PKK’ê pîroz kir
Şêniyên Helebê salvegera 44’emîn a damezirandina PKK’ê pîroz kir
Şêniyên Helebê salvegera 44’emîn a damezirandina PKK’ê pîroz kir
Şêniyên Helebê salvegera 44’emîn a damezirandina PKK’ê pîroz kir
29 mijdar, 2022   18:56
HELEB

Şahî li hola Elwan a herêma Şiqeyêf a taxa Şêxmeqsûd hat lidarxistin. Di serî de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Rewşen Mihemed û endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bedran Hemo axivîn û salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li rêber Abdullah Ocalan û kadroyên partiyê pîroz kirin.

TÊKOŞÎNA PKK’Ê LI SER BINGEHA RUHÊ FEDAYÎ YE

Rewşen teqezî bi girîngiya xwedîderketina li fedakariya şehîdan ji bo bidestxistina serkeftinê kir û got: “PKK’ê bi navê partiya şehîdan tê naskirin ku ev 44 sal in ji bo bidestxistina azadiyê têkoşîneke dirêj dimeşîne û di dîroka Kurdistanê de têkoşîn a herî girîng ye.”

Di dawiya axaftina xwe de Rewşen destnîşan kir ku pergala kapîtalîst ber bi binketin û windabûnê ve ye û banga bilindkirina asta têkoşînê li ser şopa rêber Ocalan heta pêkanîna welatekî demokratîk û azad kir.

AZADÎ BI ROJBÛNA PKK’Ê RE PÊK HAT

Her wiha, Bedran Hemo destnîşan kir ku damezirandina PKK’ê ji bo gelan semboleke pîroz e nexasim ku piştî gelek komplo û qirkirinan hêvî ji nû ve vejand.

Bedran wiha axaftina xwe domand: “Em bang li welatparêzan dikin ku ji bo têkbirina komployên dewleta Tirk ên vejandina Osmaniyê li kêleka PKK’ê bin û piştgiriyê bidinê.”

Piştre beşdaran li ber stranên koma Şehîd Vêrîn a Tevgera Kevana Zêrîn û komên girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo govenda gerandin.

(mh)

ANHA