Li dijî gundewarê Zirganê êrişên dijwar

Dewleta Tirk a dagirker rojhilatê navçeya Zirganê û gundekî Girê Spî topbaran dike.

Li dijî gundewarê Zirganê êrişên dijwar
29 mijdar, 2022   18:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji navçeya Zirganê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran û moşekan rojhilatê navçeya Zirganê topbaran dike.

Lê agahiyên din der barê topbaranê de nehatin bidestxistin.

Her wiha hat ragihandin ku topbarana li ser gundê Îbrahîm Kurdo yê rojavayê Girê Spî hîna berdewam e.

ANHA