`Bi îsrara xwe em dê dagirkeran ji xaka xwe derxin”

Şêniyên Tebqayê bi rêya lidarxistina çalakiya konvedanê piştgiriya xwe bi QSD`ê re rave kir ku ji aliyê Meclisa Partiya Sûriya Pêşrojê bi dirûşma “Mil bi mil li rex hêzên xwe ji bo axa xwe biparêzin” li dar xist. 

`Bi îsrara xwe em dê dagirkeran ji xaka xwe derxin”
`Bi îsrara xwe em dê dagirkeran ji xaka xwe derxin”
`Bi îsrara xwe em dê dagirkeran ji xaka xwe derxin”
`Bi îsrara xwe em dê dagirkeran ji xaka xwe derxin”
`Bi îsrara xwe em dê dagirkeran ji xaka xwe derxin”
`Bi îsrara xwe em dê dagirkeran ji xaka xwe derxin”
29 mijdar, 2022   18:20
TEBQA

Ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Partiya Sûriya Pêşerojê çalakiya konvedanê li dar xist.

Endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, meclisên leşkerî, nivîsgeh û komîteyên jinan û Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger di çalakiyê de beşdar bûn.

/ar/uploads/files/2022/11/29/152016_1-28229.webp

Di serî de daxuyanî ji aliyê serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed El Xelef ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bênavber li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin ku di encamê de binesazî û avahiyên tenduristî û fêrkirinê yên herêmê ji Şehba heta bi Dêrik û Dêrazorê ve hatin hedefgirtin û bi dehan şêniyên sivîl şehîd bûn.

Her wiha hat diyarkirin ku armanc ji van êrişan dagirkirina xaka Sûriyê bi alîkariya hin rêxistinên terorîst e û da ku AKP’ê di hilbijartinên nêzîk ên Tirkiyê de qezenc bike.

Di daxuyaniyê de çalakiya konvedanê hat ragihandin û planên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê hatin redkirin.

Her wiha bêdengî û hevkariya hêzên navneteweyî di serî de Amerîka û Rûsya di kuştina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hat şermezarkirin û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hat teqezkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê herêmê hat kirin ku li hember van êrişan bibin yek û planên Osmanî yên dewleta Tirk a dagirker têk bibin.

Beşdaran, berxwedana hêzan silav kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin.

(mh)

ANHA