QSD: Li Til Temirê 2 çete birîndar bûn

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê vê êvarê hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker têk bir ku hewl didan derbasî herêmê bibin û 2 çete ji wan birîndar kirin.

QSD: Li Til Temirê 2 çete birîndar bûn
29 mijdar, 2022   17:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe diyar kir ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker têk biriye ku hewl didan di ser gundê Dibis ê rojavayê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê re derbasî herêmê bibin.

Navendê eşkere kir ku hêzê ew êriş têk bir û 2 çete ji wan birîndar kirin.

ANHA