Rûspiyên Girê Spî teqezî bi piştgiriya hêzên leşkerî kirin

Rûspiyên kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê gotin ew piştgiriya hêzên leşkerî dikin ku herêmê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker diparêzin.

Rûspiyên Girê Spî teqezî bi piştgiriya hêzên leşkerî kirin
29 mijdar, 2022   17:09
EYN ÎSA

Rûspiyên eşîrên kantona Girê Spî piştî ku serlêdana Meclisa Leşkerî ya Girê Spî kir, daxuyaniyek da ku ji aliyê rûspiyê êla El Bû Esaf Hemed El Qerace ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û hat gotin; “Dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan armanc dike, ewlehiya herêmê têk bibe, herêmên din li ser hesabê xwîna xelkê herêmê û koçberkirina wan, dagir bike.”

Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî li hember van êrişan, hat şermezarkirin. Her wiha teqezî bi piştgiriya QSD hat kirin ku parêzvanê herêmê ye û li hember êrişên dagirkeriya Tirk bendeke asê ye.

ANHA