Di 24 saetan de bi 227 topan li herêma Efrînê dan

Artêşa Tirk a dagirekr di 24 saetên dawî de bi 277 guleyên tang, obîs, doçka,  hawanan gundên Efrîn û Şehbayê kirin hedef. Di van topbaranan de zirarên madî çêbûn.

Di 24 saetan de bi 227 topan li herêma Efrînê dan
29 mijdar, 2022   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên dagirkirin û qirkirinê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Dewleta Tirk di 24 saetên dawî de bi 277 guleyan gund û navçeyên kantonên Efrîn û Şehbayê kirin hedef.

Gundên ku hatine hedefkirin ev in:

Gundên navçeya Şera: Tatmeraş, Merenaz.

Gundên navçeya  Şêrawa: Meyasê, Şewarxa, rêya Kiştear- Bênê, Hirşê Soxanekê, Soxanekê, Bênê, Aqîbê.

Gundên herêma Şehba: Şêx Îsa, Seed El Şehba, Radar, balafirgeha  Minix, Bêlûniyê, Til Rifet.

Balafirên şer û keşfê yê dewleta Tirk bênavber li ser herêmê digerin.

(bb)

ANHA