​​​​​​​Rojnameyên erebî: Kampên DAIŞʹê gefeke li ser ewlehiya herêmê ye

Navenda Lêkolîn û Şêwiran lêkolîneke berfireh der barê rewşa kampa Holê de amade kir û wekî cihekî herî xetere li herêmê wesifand ku zemîneke guncaw ji bo avabûna DAIŞ û fikrên wê ye. Misir di hevdîtinên xwe yên bi berpirsên lîbyayî re banga girîngiya pêkanîna biryarên navneteweyî yên girêdayî derxistina hemû hêzên biyanî ji Lîbyayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Kampên DAIŞʹê gefeke li ser ewlehiya herêmê ye
29 mijdar, 2022   07:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Dosyaya DAIŞ, rewşa Lîbya û rewşa Tûnisê rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

TRENDS: KAMPÊN DAIŞʹÊ GEFEKE LI SER EWLEHIYA HERÊMÊ YE

Kampên DAIŞʹê di rojnameya Îtîhad Îmaratiya de cih girt. Di gotara rojnameyê de wiha hat gotin: "Di çarçoveya lêkolînên xwe yên der barê ewlehiya navneteweyî û terorê de, Navenda Trends a Lêkolîn û Şêwiran lêkoîneke nû bi sernavê ʹGefên ewlehiyê yên kampên terorê zêde dibin: Kampa Holê mînak eʹ amade kir. Di lêkolînekê de rewşa di hundirê kampê de bi berfirehî hat lêkolînkirin. Her wiha behsa girîngtirîn mekanîzmayên rêxistina terorîst a ʹDAIŞʹ ji bo kontrolkirina wê, metirsiyên ewlekarî yên herî diyar ên wê kontrolê li ser ewlehî û aramiya navçe û cîhanê, hate kirin.

Di lêkolîna ku ji aliyê  lêkolînerê payebilind ê Yekitiya Îslama Siyasî li Trends Elî Bekir ve hatî amadekirin de tê gotin ku kampên tundrawiyê yên ku çekdarên rêxistina ʹDAIŞʹ û malbatên wan dihewîne, yek ji gefên ewlehiyê yên herî xeternak li ser herêmê ye û xebatên têkoşîna li dijî terorê lawaz dike. Her wiha zemîneke guncaw a geşkirina rêxistinê û belavkirina fikrê wê ye.

Di dewama lêkolînê de hate diyarkirin ku kampa Holê mînake herî ber biçav ya herî xeternak a kampên tundraw û terorê ye, sedema vê yekê zêdebûna bandora ʹDAIŞʹ di hundirê wê de û serkeftina wê di berfirehkirina kontrola xwe de li ser wê. Ji ber vê yekê wekî baregeha nû ya ʹDAIŞʹ li herêmê tê wesifandin. Di lêkolînê de tê gotin ji 51 nasnameyên cîhanê derdora 56 hezar kes di kampê de hene."

MISIR BI DERKETINA ʹÇETEYAN` JI LÎBYAYÊ VE GIRÊDAYÎ YE

Têkildarî rewşa Lîbyayê jî rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisand: "Duh li Qahîre hevdîtin di navbera berpirsên lîbyayî û misirî de pêk hatin. Di serî de bi serokê parlamentoya Lîbyayê Aqîle Salih û nûnerê Neteweyên Yekbûyî yên li Lîbyayê Ebdullah Batîlî hevdîtin çêbû. Her wiha bi wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî re hevdîtin pêk hat.

Di civîna navbera sekretêrê Giştî yê Komkara Dewletên Ereban Ehmed Ebû El Xeyt û Salih de astengiyên li pêşiya proseya siyasî, rêbazên çareserkirina aloziyê, bi taybetî xebatên komîteya destûrî hatin nîqaşkirin, xebatên komîteyê piştî îstîfaya şêwirmenda navneteweyî ya berê Stephanie Williams ji wezîfeya xwe, rawestiyan.

Piştî hevdîtinê, Salih got, ji bo pêkanîna hilbijartinên Lîbyayê komeke tedbîr pêwîst in. Salih hêviyên xwe anî ziman ku di demeke nêzîk de komîteya destûrî mîsyona xwe temam bike û lihevkrin li ser saziyên serweriyê pêk werin. Her wiha bang li nûnerê NYʹyê yê li Lîbyayê kir ku şêwirên destûrî bi komîteyên diyalogan ên meclisên parlamento û dewletê re temam bikin.

Salih got: Desteya rêveber a hikumeta El Debîbe heta demekê mîsyonên wê hebûn, lê bi bin ket. Ji rêzdar Batîlî dixwazim ku komîteya destûrê ya bingehîn a ku ji herdu meclisan (Parlamento û dewletê) pêk tê vexwîne civînekê. Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku ji ber tunebûna nûnerek NYʹyê di demên berê de xebatên komîteya destûrê rawestiya, ji ber ku civînên komîteya destûrî divê bi sponderiya NYʹyê be.

Li gorî çavkaniyan jî, divê her du meclis bi amadebûna Batîlî toreke nû ya diyalogan di navbera Salih û serokê meclisa bilind a dewletê Xalid El Meşrî de pêk bîne.

Salih û El Meşrî berî serdana Qahîre bikin tu agahî nedan. Lê endamên her du meclisan diyar kir ku civîn ji bo temamkirina nîqaşên girêdayî yekirina desthilata rêveber û wezîfeyên serweriyê, bendên rêgezên destûrî ji bo hilbijartinên serokatî û parlamentoyî ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve  Derve balyoz Ehmed Ebû Zeyd got Şukrî rave kiriye ku Misir piştgiriya hewldanên şandeyê NY`yê dike ji bo ku ewlehiya Lîbyayê vegere.

Li gorî Ebû Zeyd, wezîrê karên derve gotiye beyî hebûna mekanîzme û demên diyar ji bo pêkanîna wê û şopandina wê ji aliyê civata navneteweyî ve, ne gengaz e lihevkirinên heyî pêk werin û pabendîbûn bi lihevkirinên qanûnî û siyasî hebe.

Batilî yekşemê ragihand ku wî bi wezîrê dewleta Îmaratê şêx Şexbûd Bin Neheyan Al Neheyan re li hev kiriye ku divê aliyên Lîbyayê bigihêjin wê astê ku aloziya siyasî çareser bikin, rê li pêşiya lidarxistina hilbijartinan vedikin ku nûnerên rewa ji gel re diyar dikin. Her wiha her du aliyan teqezî bi hebûna koordîneyê di navbera aliyên navneteweyî kir ji bo ku piştgiriyê ji Lîbyayê re çareser bikin.”

DOZA ŞANDINA TUNDREWAN LI DIJÎ EL XENÛŞÎ HAT VEKIRIN

Têkildarî rojeva Tunisê rojnameya El Beyan wiha nivisî: “Duh serokê Tevgera Nehdayê Raşd El Xenûşî têkildarî doza şandina tundrewan ji Tunis ber bi Sûriyê û Iraqê ve, careke din derketin pêşiya dadgehê lêpirsînê yê têkildarî dozên terorîst.

Li gorî parêzer  El Muxtar El Cemahî: El Xenûşî duh gihaşt yekîneya lêpirsînê ya li Tunisê.

Dadgeha Tunisê di 27`ê Hezîranê de di çarçoveya lêpirsînên têkildarî bûyerên kuştî yên siyasî ku 2013`an pêk hatine de destûr neda ku El Xenûşî derkeve derve.

Li gorî rêxistinên navneteweyî hejmara tunisiyên ji bo şer çûne Sûriyê û Iraqê bi hezaran e. Ji ber ku rêwîtiya wan kesan di desthilata xwe de hêsan kir, rexneyên tund ji tevgera Nehdayê re hatin kirin.”