Çete li Efrînê bi darê zorê zeytê ji şêniyan distînin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Şêxûtka yê navçeya Mabeta ya Efrîna dagirkirî, li ser her malbatekê dayîna tenekeyek zeyta zeytûnan ferz kir.

Çete li Efrînê bi darê zorê zeytê ji şêniyan distînin
28 mijdar, 2022   11:54
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji navçeya Mabeta ya kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyên gundê Şêxûtka yê navçeyê neçar kirin ku serê malbatê tenekeyek zeyta zeytûnan bidin wan.

Çavkanî diyar kir ku çeteyan komîteyek ji bo qeydkirina navan çêkiriye û gefa revandinê li kesên ku fermanên wan pêk naynin, xwariye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker di destpêka mewsimê zeytûnan de bac li şêniyên gund ferz kiribû û ew neçarî dayîna ji sedî 10’ê berhema xwe kiribûn.

(cx)

ANHA