Êrişên li ser gundewarê Girê Spî berfireh dibin

Dewleta Tirk a dagirker 3 gundên Girê Spî topbaran dikin. Balafirên şer û keşfê jî digerin.

Êrişên li ser gundewarê Girê Spî berfireh dibin
27 mijdar, 2022   20:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker gundên Erîda, Zenûbiya, Korhesen yên rojavayê bajarê Girê Spî dane ber topan.

Di heman demê de balafirên keşfê û yên şer li ser herêmê digerin.

Di saet derdorî 21:30ʹan de dewleta Tirk a dagirker gundên Qezelî, Korhesen, Selîbî û Şîrketa Kobanê yên rojavayê kantona Girê Spî bi dijwarî topbaran kirin.

Agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

ANHA