​​​​​​​Di pîrozbahiyên salvegera damezirandina PKKʹê de peyamên geşkirina berxwedanê

Li Hesekê, Tirbespiyê û Amûdê salvegera damezirandina PKKʹê hat pîrozkirin û peyama mezinkirina berxwedanê hate dayîn.

27 mijdar, 2022   20:48
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê salvegera 44ʹan a damezirandina PKKʹê Stada Cezîra Xedra ya taxa Til Hecer a bajar pîroz kir.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Komîteya Çalakiyan a Meclisa Kantona Hesekê Mihemed Haco axivî, salvegera damezirandina PKKʹê li gelê Kurdistanê, rêber Abdullah Ocalan û tevahî şehîdên doza azadiyê pîroz kir.

Mihemed Haco piştgiriya xwe bi hêzên leşkerî yên parastinê û gerîlayan re anî ziman û diyar kir ku ew ê heta serkeftinê xeta şehîdan dewam bikin.

Pîrozbahî bi gerandina xelekên govendê û berzkirina dirûşmên "Bijî berxwedana rêbertî", "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî berxwedana QSDʹê", "Bijî berxwedanê jinê" û "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê jî li ser banga Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê  şênî bi karwanekî erebeyan li nava bajar geriyan. Şêniyan bi wêneyên şehîdan û berzkirina şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker û silavkirina berxwedana gerîlayê li sûka navendî ya navçeyê û taxên wê, ketina bajar toreke bi erebeyan gerandin.

Piştre li ber avahiya Şaredariya Gel a navçeyê pîrozbahî hat lidarxistin. Şêniyan li vir li ber stranên şoreşgerî govend gerandin.

AMÛDÊ

Însiyatîfa Gel a Navçeya Amûdê jî meşek li dar xist.

Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir. Di meşê de posterên rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan hatin hildan û dirûşmên silavkirina berxwedana rêber Abdullah Ocalan, berxwedana gerîla û PKKʹê hatin berzkirin. Meş li Qada Şehîd Cîhad rawestiya û çalakiyek hat lidarxistin.

Bi navê Însiyatîfa Gel a Navçeya Amûdê Şêx Mihemed El Qadirî axivî, salvegera damezirandina PKKʹê li rêber Abdullah Ocalan, giyanê şehîdan, gel Kurd û gerîlyan pîroz kir. Her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

Şêx Mihemed El Qadirî got: "Em ji dijmin re diyar dikin ku em ji bilî ji şehîdên xwe re serî ji tu kesî re natewînin. Îradeya me naşkê. Roj bi roj berxwedana me geş dibe."

Roj bi roj PKKʹê mezin dibe û navê wê li her cihê belav dibe. Dewleta Tirk a dagirker ji vê yekê ditirse û nizane ku ku çi bike nikare roja me tarî bike."

Di dawiya axaftina xwe de Şêx El Qadirî wiha got: "Em şopdarên fikr û felsefeya rêbertî ne. Em li ser rêya heqîqetê ne. Em li ser xeta şehîdên xwe bin. Bi jin, zarok, gel û hêzên xwe em ê heta mirinê li ber xwe bidin û wê serkeftin para me be."

Çalakî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mnlirHoF54M" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/O6Tj3qfpwZI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>