Kurdistaniyên li Lubnanê li dijî êrişan daketin qadan

Bi sedan kurdistaniyên li Lubnanê li pêşiya avahiya NY ya li Beyrûtê derketin xwepêşandanê û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye şermezar kirin.

Kurdistaniyên li Lubnanê li dijî êrişan daketin qadan
27 mijdar, 2022   18:11
BEYRÛT

Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk a Lubnanê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê çalakiyeke protestoyî li dar xist. Bi sedan kurdistanî beşdar bûn, beşdaran alên kurdî û wêneyên şehîdên êrişên dewleta Tirk li dijï Bakur û Rojhilatê Sûriye hildan.

Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Lubnanê Ebdulselam Ehmed axivî û diyar kir ku ew ê rêya şehîdan bişopînin û tu carî êrişên dewleta Tirk li dijî gel qebûl nakin.

Ehmed wiha domand: “Mîna fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî gotiye, heke Tirkiyê şer bixwaze em dê li her derê bikin agir. Em jî dibêjin gelê me berxwedêr e û hêzên me dê vê axê biparêzin.”

Seroka Weqfa Jîn a jinan Bûşra Elî da zanîn ku dewleta Tirk ji Amerîka û Rûsya xwest ku êrişên wê yên li dijî Rojava erê bike.

Bûşra Elî lê zêde kir ku ew gav paş de navêjin, her wiha salvegera damezirandina PKK`ê li hemû malbatên şehîdan û têkoşeran pîroz kir.

Di dawiyê de kurdistaniyan slogan “Berxwedan jiyan e” û “Bijî şehîd” berz kir.

(dm)

ANHA