Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera PKK′ê pîroz kir

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera 44′emîn a damezrandina PKK′ê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.

27 mijdar, 2022   16:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêniyên herêma başûrê Hesekê û şêniyên Dirbêsiyê xwepêşandan li dar xistin. Şêniyan da zanîn ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destana lehengî li hember dagirkeriyê dinivîsînin.

HESEKÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TD69Hc_lXOI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Xwepêşandan ji navçeya Holê ji pêş Navenda Komeleya Perwerdê ber bi Çerxeriya Reîs a têketina Holê ve dest pê kir. xwepêşandêran wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan û pankartên "Na ji dagirkeriya Tirk re" hildan.

Xwepêşandan li wir vegerî mîtîngê. Hevseroka Meclisa navçeya Holê Cûdî Azad axivî û sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gelê herêmê şermezar kirin.

Cûdî Azad wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê qirkirinê pêk tîne. Li hember jî gel destana lehengiyê dinivîsînin û planên dagirkeriyê têk dibin."

Cûdî bang li gelên herêmê kir ku li dora QSD′ê bicin û wiha bi dawî kir: "Sekna li kêlek hêzên me rêya yekane ya têkbirina dagirkerî û pêkanîna serkeftinê ye."

Li Dirbêsiyê jî şênî li pêş navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê kom bûn û li sûka navendî geriyan. Şêniyan wêneyên şehîdan û alên kurdî hildan.

Dûre xwepêşandan vegerî mîtîngî, di mîtîngê de Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Edele Misto salvegera 44′emîn a damezrandina PKK′ê li tevahî gel, malbatên şehîdan û têkoşeran pîroz kir."

Edle wiha domand: "Ev tevger jêdera hêvî û mayîna hemû gelan e."

Xwepêşandan bi diruşmên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

ŞEHBA

Koçberên Efrînê û şêniyên Şehba bi meşeke girseyî salvegera PKK′ê pîroz kir. Meş ji ser rêya di navbera gundê Til Qerah û navçeya Ehdasê de dest pê kir. Şêniyan wêneyên şehîdan, alên PKK′ê, wêneyên rêber Abdullah Ocalan hildan.

Meş li qada kampa Serdemê ya li gundê Til Sosîn vegerî mîtîngê. Li wir li ser navê şêniyên Efrîn û Şehbayê, endama rêveber a Meclisa navçeya Şêrawayê Newroz Efrîn axivî û salvegera 44′emîn a damezrandina PKK′ê li gelê Kurd, gelên herêmê, rêber Ocalan û berxwedêrên li eniyan pîroz kir.

Newroz wiha got: "Koçberên Efrîn û şêniyên Şehba bi rêya beşdariya di salvegera damezrandina PKK′ê de ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku ew li ser berxwedan û têkoşîna li hember faşîst û hêzên hegemon bi israr in. Divê gelê herêmê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi hewla têkbirina şoreşa me rabin ser pêyan."

Li aliyekî din jî endamê rêveber ê Meclisa kantona Şehbayê Mihemed Weys salvegera damezrandina PKK′ê pîroz kir û bal kişand ser pêwîstiya şopandina rêça şehîdan û wiha got: "Bi saya felsefeya rêber Ocalan û PKK′ê hemû pêkhateyan karî xwe bigihanda mafên xwe."

Weys wiha domand: "Keda tevahî pêkhateyan li eniyên berxwedan û têkoşîna li hember dijmim bû yek."

Piştre komên Şehîd Berçem a Hîlala Zêrîn û Şehîd Sara gelek stran gotin û şahî bi gerandina dîlalan bi dawî bû.

DÊRAZORÊ

Şêniyên rojhilatê Dêrazorê bi boneya pîrozkirina salvegera 44′emîn a damezrandina PKK′ê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê meşeke girseyî bi erebeyan li dar xist. Meş ji bajarokê Baxozê ber bi bajarokê Hecînê ve dest pê kir.

Şênî û endamên saziyên sivîl li gel çerxerêya bajarokê Baxozê yê li rojhilatê Dêrazorê kom bûn. Şêniyan alên QSD′ê û pankartên "Na ji dagirkeriya Tirk re" hildan. Beriya meş dest pê bike. Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li rojhilatê Dêrazorê daxuyaniyek da. Hevserokê tevgerê Xenam El Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Mîna îroj di 1978′an de rêberê navneteweyî Abdullah Ocalan li tevahî Kurdistanê şoreş ragihand û hêzên rizgariya gelan gerîla ava kir. Faşîzma Tirk jî her sal di vê rojê de hemleyên dijminane li dijî gelên serî li hember siyaseta wê hildidin pêk tîne."

Di daxuyaniyê de salvegera damezrandina PKK′ê hate pîrozkirin û ji dijmin re hate gotin ew ji bo vî şerî amade ne û dê bersivdan tund be.

Piştî daxuyanî bi dawî bû, meşa bi erebeyan ber bi bajarokê Hecînê ve dest pê kir.

TIL TEMIR

Şêniyên Til Temirê jî bi boneya pîrozkirina salvegera damezrandina PKK′ê meşek li dar xist, tê de alên Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongra Star, wêneyên rêber Ocalan û pankartên "Na ji terora Erdogan re" hildan.

Meş ji pêş navenda Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir û li tevahî kolanên sereke geriya û li taxa Şehîd Omer Baravî vegerî mîtîngê. Li wir endamê Meclisa navçeya Til Temirê Ehmed Heyder salvegera PKK′ê li tevahî gelan û rêber Ocalan pîroz kir.

Heyder di dawiyê de wiha got: "Damezrandina PKK′ê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn damezrandineke nû ye."

Meş bi diruşmên "Bijî berxwedana PKK′ê" bi dawî bû.

MINBIC

Têkildarî mijarê, bi diruşma "Li dijî îxanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê" bi sedan şêniyên Minbicê xwepêşandaneke girseyî li dar xist. Tê de endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, saziyên taybet bi jinan, partiyên siyasî, rûspî û şêxên eşîran amade bûn û êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin.

Xwepêşandan ji Yarîgeha Beledî ber bi Çerxerêya Mîzan ve dest pê kir. Li wir alîkarê Sekreterê Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid Hesen axivî û wiha got: "Di mîna vê rojê de tevgera rizgariyê ku tevgera têkoşeran e hate ragihandin. Bi wê re ala azadî û demokrasiyê, ala edaleta li dijî zulm û destpotiyê û li dijî tevahî cureyên dagirkeriyê hate hildan."

Hesen wiha domand: "Ev tevgera yekane li Rojhilata Navîn e di oxira azadiyê de dûrî destpot û bindestiyê tê dikoşe. Ev tevger li Kurdistanê dest pê kir û îro li Rojhilata Navîn belav bûye û ji tevahî gelên bindest re bû hêviyek."

Xwepêşand bi diruşmên silavkirina berxwedana PKK′ê û sekna li hemer dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

(fr)

ANHA