Di kongreya ISʹê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdan hatin şermezarkirin

Kongreya Rêxistina Enternasyonl a Sosyalîst (IS) bi hilbijartina serokê nû yê rêxistinê û encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin û piştgirî bi gelê Kurd re hate nîşandan.

Di kongreya ISʹê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdan hatin şermezarkirin
27 mijdar, 2022   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Rêxistina Enternasyonal a Sosyalîst (IS) a 26′emîn duh (în) bi beşdarbûna zêdetirî 120 partiyên cîhanê, her wiha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û çend serokên dewletan, li paytexta Spanyayê Madrîdê dest pê kir.

Di kongreyê de serokwezîrê Spanyayê û serokê Partiya Karkerên Sosyalîst Pedro Sánchez, wekî serokê rêxistinê hat hilbijartin.

Hevseroka PYDʹê Asya Ebdullah di roja yekê ya kongreyê de axivîbû û gotibû: "Em PYD têkoşîna xwe ji salên dirêj ve li ser bingeha ewlehî, aştî, edalet û wekheviyê dimeşînin. Dema krîza Sûriyê dest pê kir, me projeya neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş pêşkêş kir. Me di şer de xeta sêyemîn hilbijart. Me êrişî tu kesî nekir. Têkoşîna me tenê ji bo aştî û ewlehiyê bû ku em bi hev re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bijîn ku tê de 7 netewe hene û bi qasî 5 milyon kes e. Lê em rastî êrişên mezin tên."

Her wiha anî ziman ku ew ji bo aştî û çareseriya siyasî têkoşînê dikin û got: "Em amade ne di oxira aştî û çareseriya siyasî de tê bikoşin. Me êriş tu aliyekî nekir. Lê em ê xwe biparêzin û mafê me yê parastina rewa heye. Em bang li hemû sazî û rêxistinên li vir û serokê Enternasyonal a Sosyalîst dikin ku destekê bidin û şerê li dijî gelê me bi dawî bikin."

Kongre îro bi encamnameyekê bi dawî bû.

Di encamnameyê de hate gotin: "Şerê domdar ên li ser gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê derbasî qonaxeke dîrokî ya metirsîdar bûye ku gefê li hebûna gelê Kurd dixwe û ewlehî û îstiqraa vê beşê li cîhanê lawaz dike.

Neteweya Kurd karîbû rêxistina herî terorîst a di dîroka mirovahiyê de an ku DAIŞʹê li Kurdistana Iraqê û Rojava têk biriba, lê îro bi şerekî rû bi rû ye. Armanc ji vî şerî wêrankirina civaka kurdî bi hemû pêkhateyên wê ye di aliyê çandî û şaristanî de. Ji wê zêdetir armanc wêrankirina binsaziyê û guhertina demografîk a herêmê ye. Ev yek jî azarên gelê Kurd zêdetir dike.

Rêxistina Enternasyonal a Sosyalîst rêxistineke aştî û demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê em piştgiriyê didin gelê Kurd di têkoşîna wê ya mafên wê yê rewa de. Her wiha em banga rawestandina tevahî cûreyên şerê leşkerî, çandî û aborî yê li dijî neteweya Kurd dikin. Em teqez dikin ku doza kurdî bi rêbazên leşkerî çareser nabe.

Her wiha em bang dikin ku tavilê hemû operasyonên leşkerî yên Tirkiyê werin rawestandin, ji ber ku ev êriş derfetên zêde dide DAIŞʹê da ku xwe bi rêxistin bike û ji nû ve xwe komî ser hev bike. Ne bi diyalogên siyasî di navbera hemû aliyan de be ev pirsgirêk çareser nabe. Mîna vê çareseriyê wê ewlehiyê li herêmê misoger bike û bandoreke erênî li tevahî cîhanê, di serî de Ewropayê bike."

Rêxistina Enternasyol a Sosyalîst, rêxistineke siyasî ya navneteweyî ye û partiyên siyasî yên xwedî nêrîna demokratîk an jî sosyalîst tê de cih digirin. Di 1951′ê de hate avakirin û di 2016′an de PYD tev lê bû.

(bb)

ANHA