Parlamenterekî hikumeta Şamê: Erdogan ji bo projeya xwe ya mêtîngeriyê hincetan derdixe

Parlamenterekî hikumeta Şamê daxuyand ku serokê dewleta Tirk a dagirker ji bo temamkirina projeya xwe ya mêtîngeriyê hinceta derdixe û got ku guman hene ku bûyera Taksimê hatibe plankirin.

Parlamenterekî hikumeta Şamê: Erdogan ji bo projeya xwe ya mêtîngeriyê hincetan derdixe
27 mijdar, 2022   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê hikumeta Şamê Mihemed Fewaz diyar kir ku serokkomarê dewleta Tirk a dagirker ji bo temamkirina projeya xwe ya mêtîngeriyê ya Osmanî hincetan derdixe.

Fewaz ji Ajansa El Malûme ya Iraqê re got: "Pêkneanîna Erdogan sozên xwe ne tiştekî ecêb e, ew berî jî pabendî peymanên û lihevkirinên têkiliyên baş ên cîrantiyê bi Sûriyê re pêk neanîn.”

Fewaz ev tişt got: "Guman hene ku bûyera Taksimê hatibe plankirin. Ne dûr e ku MÎT′ê ew bûyer wek hincetekê bi kar anîbû ji bo ku carek din bi bihaneya têkoşîna li dijî terorê carek din êrişî bakurê Sûriyê bike. Wê jî bîr kir ku ya ku piştgirî û sponseriya terorê kiriye û ew li Sûriyê bi çek kiriye, ew bi xwe ye.”

Fewaz destnîşan kir ku êdî baweriya wan bi sozên Erdogan tine ye û got, “Dost jî êdî baweriyê bi vî osmaniyê har naynin. Daxuyaniyên Erdogan ên têkildarî nêzîkbûna siyasî di navbera Sûriyê û Tirkiyê de daxuyaniyên çapemeniyê ne."

(fr)