Dagirker êrişî gundewarê rojavayê Minbicê dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarê rojavayê Minbicê daye ber topan.

Dagirker êrişî gundewarê rojavayê Minbicê dikin
27 mijdar, 2022   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Seyda û Yalinlî yên rojavayê bajarê Minbicê topbaran dikin. Dagirker ji nuqteya xwe ya li gundê Şêx Nasir ê başûrê rojavayê bajarê Cerablusê yê dagirkirî her du gundên navborî topbaran dikin.

Çavkaniyekî ji Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku dagirker bi guleyên obîsê van gundan topbaran dikin.

(bb)

ANHA