Welatiyê mala wî hate topbarankirin: Heta Efrîn rizgar nebe em ji Şehbayê dernakevin

Zehredîn Ebdalo yê ku mala wî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hat topbarankirin, diyar kir ku ew bi israr e ku berxwedana xwe li Şehbayê dewam bike heta ku Efrîn rizgar bibe û lê vegere.

Welatiyê mala wî hate topbarankirin: Heta Efrîn rizgar nebe em ji Şehbayê dernakevin
26 mijdar, 2022   09:18
ŞEHBA

Di êrişa vê sibehê ya dewleta Tirk a dagirker a li ser navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê de, mala koçberê ji Efrînê Zehredîn Ebdalo hat topbarankirin û ziyan gihaşt xaniyê wê.

Zehredîn Ebdalo yê êzidî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker saet derdora 05:00ʹan navçeya Ehrez û derdora wê topbaran kir û got: "Top li mala me ket. Di encamê de ziyanên mezin gihaştin malê û hindik mabû ku komkujiyek pêk bihata.”

Zehredîn Ebdalo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi taybet êzidiyan dike hedef.

Ebdalo her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk rasterast cihên ku welatî lê dimînin, dike hedef û got: "Em ê li herêma Şehbayê li ber xwe bidin, heta ku Efrîn rizgar bibe û em lê vegerin."

(bb)

ANHA