​​​​​​​Rojnameyên erebî: Parçebûna li Lîbyayê hilbijartinan dûr dixe

Çavkaniyên lîbyayî diyar kir ku tu nîşaneyên îmkanên gihaştina lihevkirineke xurt ku bikare di demeke nêzîk de hilbijartinên parlamentoyê û yên serokatiyê pêk bîne, tune ye. Li Tunisê jî hemleya hilbijartinê dest pê kir ku piraniya partiyên siyasî ji ber tedbîrên serok Qeys Seîd boykot kiriye.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Parçebûna li Lîbyayê hilbijartinan dûr dixe
26 mijdar, 2022   08:41
NAVENDA NÛÇEYAN

‘PARÇEBÛNA LI LÎBYAYÊ HILBIJARTIN Û ÇARESERIYA SIYASÎ DÛR DIXE’

Têkildarî rojeva Lîbyayê rojnameya El Beyan wiha nivîsî: “Çavkaniyên lîbyayî diyar kir ku tu nîşaneyeke îmkana gihaştina lihevkirineke bihêz di demeke kurt de ku bikare rê li ber hilbijartinên parlamentoyê û yên serokatiyê veke, tune ye da ku  welat ber bi aramiyê ve bibe û derî li yekkirina saziyan veke.

Ji ber gelek nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên lîbyayî de, li gel hebûna 2 hikumetan li welat, zêdebûna parçebûna saziyan, ji wê zêdetir hewldanên dewletên rojava yên parçekirina welat ku piştgiriyê didin fikra avakirina hikumeta nû û pêkanîna hilbijartinên serokatiyê li ser her sê herêmên li welat, ev hemû rê li ber parçebûna Lîbyayê vedike.

Salvegera yekemîn a hilbijartinên Lîbyayê yên taloqkirî nêzîk dibe û hîn zêdetir tê taloqkirin. Ev yek welat bi bêîstiqrariyê û xetereya parçebûnê re rû bi rû dihêle. Çavkaniyan diyar kir ku derfetên pêkanîna hilbijartinên serokatiyê dûr in û sedema paşxistina hilbijartinan dispêrin destwerdanên dewletan.

Ruxmî hemû hewldanên navneteweyî yên xuyakirî, lê tevgerên veşartî hene ku welat ber bi alozî û dirêjkirina temenê wê ve dibe. Li aliyekî din em dibînin parlamento piştgiriyê dide mafên hemû gelê Lîbyayê ku beşdarî hilbijartinan bibe, di heman demê de Meclisa Dewletê namzetiya wan red dike, ji ber ku nakokiyeke eşkere di navbera parlamento û Meclisa Dewletê de li ser çend xalên bingehîn ên destûrî heye, nakokiya herî girîng li ser benda beşdarbûna leşkeran û kesên xwedî 2 nasname di hilbijartinan de ye.

Çavdêr dibêjin ya ku bûye, hewldaneke pêşîn ji aliyê hin kesan ve ye da ku hewldanên pêkanîna lihevkirineke nû di navbera parlamento û Meclisa Dewletê de têk bibin, hikumeta El Wehda hilweşe û welat ber bi avakirina hikumeta sêyemîn ve biçe. Her kes dizane ku avakirina desthilateke din a rêveber dê aloziyên siyasî ya li welat çareser neke."

‘LI TUNISÊ HEMLEYEKE HILBIJARTINÊ YA BÊYÎ DENG, WÊNE Û PANKART’

Der barê rewşa Tunisê de rojnameya El Ereb wiha nivîsî: “Roja înê hemleya hilbijartinê li hundirê Tunisê dest pê kir. Hemleyê di atmosfereke bêdeng de ku nîşan nade welat ber bi sazkirina destûrê ve dibe, dest pê kir. Ev yek rawestgeha berî pêvajoya veguhastinê ye ku serok Qeys Seîd di 25ʹê Tîrmeha 2021ʹê de nîşaneyên wê dabûn.

Beriya çûna li ser sendoqên dengdanê roja 17ʹê Kanûnê, wê hemle 3 hefteyan dewam bike.  Hezar û 52 namzet li 151 daîreyên hilbijartinê ku li 24 eyaletan belav in di pêşbirkê de ne. Tenê 3 namzet li derve ne. 7 daîre bêyî namzet li derve mane.

Di hemleyê de pankart, dirûşm û wêneyên namzetan tune ne. Civaka Tunisê tu eleqe yan coşekê ji bo naskirina namzetan nîşan nade. Piraniya welatiyan serbixwe ne. Her wiha piraniya partiyên siyasî ji ber tedbîrên serok Qeys Seîd hilbijartin boykot kiriye.

Çavdêr diyar dikin ku gelek namzet bi xwe bi girîngiya hemleya hilbijartinê nizanin, hinek ji wan jî hilbijartinan wekî aktora şans dibînin. Hinek din ku hêza wan ku li ser hemleyê pereyan xerc bikin, tune ne û xwe dispêrin malbat, xizm û alîgirên xwe.

Roja yekemîn a hemleyê di çarçoveyê weşandina dîmenên girêdayî xwenasandin û bernameyên hilbijartinan de li ser medyaya dîjîtal sînordar ma.”

‘HIZBULLAH BANGA HILBIJARTINA SEROKEKÎ DIKE KU BIKARE ‘DIYALOGÊ’ BI RÊ VE BIBE’

Li ser rewşa Lubnanê jî rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: “Li gorî axaftina cîgirê sekreterê  giştî yê Hizbullahê Şêx Neîm Qasim, Hizbullahê daxwaz kiriye ku nakokiyên li ser çekên wê bînin ser maseya diyalogê. Her wiha banga hilbijartina serokekî kiriye ku 'bikare karê rizgarkirinê bi beşdariya hemû lubnaniyan di mijara aborî de bike û karîna wî hebe ku rêveberiya maseya diyalogê bike ku bikaribe lubnaniyan bîne cem hev da ku mijara stratejiya parastinê nîqaş bikin.’

Parlamento hemwextî nakokiyên kûr, 7 caran li pey hev di hilbijartina serokekî nû de ji bo welat têk çû. Hizbullah û Tevgera Emel li ser diyarkirina serokê tevgera 'El Merda' Silêman Frenciyê ji bo serokomariyê hewl didin. Hevalbendê partiyê 'Tevgera Nîştimanî ya Azad' jî, pêşinyarkirina Frenciyê red dike. Partiyên 'Quwat Lubnanî', 'Pêşverû ya Sosyal', 'Ketaib' û 'Serbixwe' ji bo hilbijartina parelmenter Mîşêl Miewed hewl didin. Hemwextî nakokiyên tund ên di navbera her du aliyên şîaʹ û ʹŞepêla Nîşimanî ya Azadʹ ên li ser namzetiya Frenciyê, her sê aliyan di rûniştinên berê de serî li dengdana bi kaxezên spî dan.”