Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dike

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dike. Duh bi taybet li Beluçistanê ji bo Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên piştgiriyê hatin lidarxistin.

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dike
26 mijdar, 2022   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya dijî qetilkirina jina ciwan ya Kurd û ji bo azadiyê, tevî kuştin, girtin û windakirinê jî bê navber dom dike.

Duh bi taybet li bajarê Beluçistanê ya dikeve başûrê rojhilatê Îranê, bi hezaran kes daketin qadan û piştgiriya xwe ya ji bo xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê re ragihandin.

Li bajarên Zahîdan, Serawan, Çabehar, Wêranşar, Teftan, Xaş û gelek herêmên din yên Beluçistanê, piştî nimêja Înê xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin. Bi tyabet li Zahîdan tevlîbûna jinan zêde bû. Xwepêşanderan bê naver dirûşmeya ‘Kurd ne bi tenê ne, Beluç piştevane’, ‘Kurdistan, Kurdistan, em piştevanê wene’ hatin qêrîn.

Carek din livir hêzên dewleta Îranê êrişê ser xwepêşanderan kirin. Gorî agahiyan di xwepêşandanên li Beluçistanê de herî kêm 4 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine qetilkirin û bi dehan jî birîndar bûne.

Di xwepêşandan û serhildana ‘Jin, Jiyan Azadî’ de heya niha zêdetirî 400 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kuştin û bi hezaran jî birîndar bûne. Gorî saziyên mafê mirovan, heya niha herî kêm 105 Kurd di xwepêşandanan de hatine kuştin. Her wiha tê gotin heya niha 110 kes li Beluçistanê hatine qetilkirin. Tevî girtin, qetilkirin û binçavirinan xwepêşandan bê navber dewam dikin.